Ajokarên Dêrazorê kongreya xwe li dar xist

Yekitiya Ajokaran a Kantona Reqayê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist. Di kongreyê de rêveberiyeke nû hat hilbijartin.

Ajokarên Dêrazorê kongreya xwe li dar xist
Ajokarên Dêrazorê kongreya xwe li dar xist
Ajokarên Dêrazorê kongreya xwe li dar xist
Ajokarên Dêrazorê kongreya xwe li dar xist
Ajokarên Dêrazorê kongreya xwe li dar xist
Ajokarên Dêrazorê kongreya xwe li dar xist
Ajokarên Dêrazorê kongreya xwe li dar xist
Ajokarên Dêrazorê kongreya xwe li dar xist
22 kanûn, 2025   16:07
DÊRAZORÊ

Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Dêrazorê îro Kongreya Yekemîn a Yekitiya Ajokaran li dar xist.

Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a Dêrazorê Rîm El Faris bixêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser girîngiya  yekitiyên pîşeyî, ji bo xurtkirina hîmên Rêveberiya Xweser.

Di kongreyê de hevserokê Yekitiya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qamsim Mistefa, nirxandinên Rêber Abdulla Ocalan û nameya wî ya ji bo eşîrên Ereban xwendin.

Beşdarên kongreyê xebatên yekitiyê yên dema borî nirxandin û nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Piştî nirxandinan hilbijartin hatin kirin û meclisa rêveber a Yektiya Ajokaran hat hilbijartin.

Kongre bi çend pêşniyaran bi dawî bû: Ji nû ve nirxandina xebatên yektiyê li gorî pêdiviyên ajokaran. Der barê veguhastin û başkirina rêyan de têkilî bi rêxistinên xwecih û navneteweyî re bêne xurtkirin. Serjimara elektronîk ji bo ajokaran were çêkirin û ji bo parastina mafên wan daneyên wan werin nûkirin.

(k)