Panorama hefteyê: Li Siwêda pêşdeçûn û Tirkiyeyê Bexdayê şantaj dike

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa pêşdeçûnên li Siwêdaya Sûriyeyê, hilbijartinên Îranê, rewşa Lîbya û Iraqê kiribû.

Panorama hefteyê: Li Siwêda pêşdeçûn û Tirkiyeyê Bexdayê şantaj dike
3 adar, 2024   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

ˊXWEPÊŞANDANÊN LI SIWÊDAYÊ DESTHILATA EL ESED BI FIKAR DIKINˊ

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa li parêzgeha Siweydayê ya başûrê Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Xwepêşandanên li Siweydayê desthilata El Esed bi fikar dikin û hişyarî hene ku rewş aloztir bibe" parve kir.

Rojnameyê diyar kir ku piştî kuştina xwepêşandarekî dê rewş aloztir bibe û hêzên navneteweyî jî hişyarî dan.

Rojnameyê destnîşan kir ku xwepêşandanên li Siweydayê desthilata Esed bi fikar dikin ji ber ku difikirî bi paşguhkirinê dê xwepêşandanên li Siweydayê rawestin, lê belê berovajî wê çêbû û xwepêşandêran çalakiyên xwe ji Qada Kerame ber bi saziyên hikumetê ve firehtir kirin.

‘DI HILBIJARTINÊN LI ÎRANÊ DE RÊJEYA TEVLÊBÛNÊ TÊ VEŞARTIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da hilbijartinên parlamantoyê yên Îranê. Di rojnameyê de hate destnîşankirin ku encamên hilbijartinan bandorê li siyasetên derve û nakokiyên bi rojavayiyan re yên têkildarî bernameya nukleerî nake.

Di nûçeyê de hate gotin: "Gelek kes van hilbijartinan wek ezmûneke diyarker a saziya olî ya Îranê dinirxînin, nemaze piştî xwepêşandanên beriya sal û nîvekê ku welat hejand anku xwepêşandanên ji ber wefata ciwana bi navê Jîna Emînî ku ji aliyê Polîsên Exlaq ve hatibû girtin.”

 ‘LIHEVKIRINA MUHTEMEL A ALIYÊN LÎBYAYÊ JI BO HIKUMETA EL DEBÎBE GEF E’

Rojnameya Independent Arabia têkildarî rewşa li Lîbyayê nûçeyek weşand. Rojnameyê ku di nûçeya xwe de agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, aşkera kir ku şandeyên Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê yên Lîbyayê li hev kirine ku dê pabendî qanûnên hilbijartinan bin ku Komîteya 6+6 pêşniyar kiriye û Meclisa Nûneran erê kiriye û dê hikumeteke nîştimanî ya nû ava bikin ku hilbijartinan li dar bixe.

Li gorî rojnameyê ev çarenûsa hikumeta El Wehda El Wataniye ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe dixe xetereyê.

Rojnameyê destnîşan kir ku heke lihevkirin bikeve meriyetê, dê xebatên siyasî yên ji 2 salan ve asteng bûne, ji nû ve dest pê bikin û dê piştgiriyê bidin hilbijartinan ji bo ku serokê welêt û meclisa qanûnsaz a nû bê hilbijartin û pêvajoya demkî ya ku derbasî 13 salan bûye, bi dawî bibe.

ˊDAXWAZÊN NEADILANE YÊN TIRKIYEYÊ HEWLDANÊN IRAQÊ YÊN ÇARESERKIRINA AVÊ GIRÊ DIKINˊ

Rojnameya El Ereb der barê liv û tevgerên dewleta Tirk ên li Iraqê de nûçeyek bi sernavê " Daxwazên ne adilane yên Tirkiyeyê hewldanên Iraqê yên çareserkirina pirsgirêka avê girêk dikin" weşand. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan "Hin şert û daxwazên hikumeta serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên di berdêla berdana biçûk a avê çemên (Firat û Dîcle) ber bi xaka Iraqê ve ne adilane ne û nayên qebûlkirin."

Di nûçeyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku yek ji şertên  din hikumeta Tirk ew e ku hêzên Iraqê rasterast beşdarî şerê li dijî PKK’ê bibe.