Li Xezayê di 24 saetên dawî de 83 kes hatin kuştin

Di 24 saetên dawîn de li Xezayê 83 kes hatin kuştin. Digel wê bombebaran û krîza mirovî yên hilweşyayî didomin.

Li Xezayê di 24 saetên dawî de 83 kes hatin kuştin
10 îlon, 2025   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyand ku di nav de 9 kes dema li benda wergirtina alîkariyên mirovî bin 83 kes di êrişa Îsraîlê ya 24 saetan de hatine kuştin û 223 kes jî birîndar bûn.

Bi vê yekê bîlançoya bombebarana îsraîlê ya ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve derketa 64 hezar û 605 kuştî û 163 hezar û 319 birîndar.

Bîlançoya kuştî û birîndaran ji 18ˊê Adara 2025ˊan heta îro ve, 12 hezar û 59 kes hatine kuştin û 51 hezar û 278 kes jî birîndar bûne.

Şerîda Xezayê di rewşeke mirovî û tenduristiyê ya karesat de ye, hemwextî wê bombebaranên Îsraîlê didomin, xurek, derman û sotemeniyê pir kêm e û qeyd li ser derbaskirina alîkariyên mirovî hatine ferzkirin.

(fr)