Polîsên Tirk  êrişî ciwan û rojnamegeran kir

Polîsan li bajrê Wanê piştî ku meş û daxuyaniya ji bo Rojava bi dawî bû êrişî ciwanan û rojnameger Kadîr Cesûr kir. Kadîr Cesûr ji ber guleya polîsan birîndar û ket erdê.

29 ÇILE, 2026   16:29

Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê de bi hezaran kes ji bo balê bikşîne ser êrişên çeteyên dewleta Tirkiyeyê digirin, ji ber Wan AVMê heta Parka Aştiyê ya Mûsa Anter meşiyan. Piştî ku çalakî qediya û gel belav bû, ciwanên Wanê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” li kolanan belav bûn û meşiyan. 

Rojnamager Kadîr Cesûr ê ku çalakî dişopand jî bû hedefa polîsên Tirkiyê . Polîsan guleya plastîk berda gewriya Kadîr Cesûr û ew ji ser hişê xwe çû.