Peyama meşa Wanê: Heta Rojava bighîje mafê xwe em ê li qadan bin

Êrişên li ser Rojava li Wanê  û bi meşeke girseyî hate şermezarkirin ku bi deh hezaran kes tevlî bûn.

Peyama meşa Wanê: Heta Rojava bighîje mafê xwe em ê li qadan bin
29 ÇILE, 2026   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li dijî êrîşên li ser Rojava li bajarê Wan û navçeya Mêrdîn a şemrexê meş hatin lidarxistin.

Meşa li Wanê  li ber AVM'ê ya bajêr destpêkir û meşvan bi dirûşmeyan heta Parka Mûsa Anter meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Di meşê de ku Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî amade bû, nerazîbûn ji êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên girêdayê Tirkiyeyê re hate nîşandan.

Li Parka Mûsa Anter daxuyaniyek hate dayin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Wanê Gulşen Kûrt û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn Neslîhan Şedal axivîn.

Piştre Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku Rojava ne tenê gelên li herêmê, tevahiya gelê Kurd eleqedar dike.

Bayindir diyar kir ku bêstatubûn li ser Kurdan tê ferzkirin û got, "Divê bê zanîn ku em li vir in û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Biryara êrişa li ser Rojava ne li Şamê lê li Enqereyê hate wergirtin û  HTŞ mejiyê DAÎŞ'ê dewam dike.”

Hevserokê DBP'ê destnîşan kir ku gelê Kurd li ser bingeha azadî û aştiyê daxwaza çareseriyê dike û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Heta ku gelê me yê Rojava bibêje temam û bigihêje mafên xwe em ê li vê derê li ber xwe bidin. Em ji bo mirovahiyê û azadiya gelê xwe dimeşin. Em ji bo aştiyê dimeşin. Porê jinan dibirin û radibin dibêjin, 'Operasyoneke baş' bû. Şaredariya me pankartê dadiliqîne, lêpirsînê didin destpêkirin. Dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin."

Çalakî piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.

MÊRDÎN

`HETA KU LI ROJAVA ÇARESERIYEK ÇÊNEBE DÊ GELÊ KURD LI QADAN BE`

Dîsa bi heman armancê Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê li navçeya Şemrexê meşek li darxistin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz a di meşa li dijî êrişên li ser Rojava ya li navçeya Şemrexê hate lidarxistin de axivî û got: “Heta ku li Rojava çareseriyek çênebe dê gelê Kurd bi paş ve gavê neavêjin. Rojava dîrok nivîsand, ji cîhanê re bû ronahî.”

Piştî axaftinan meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” , “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.