Dayikên Aştiyê li pêşiya sefaretxaneya Sûriyeyê hêrsa xwe anî ziman: HTŞˊê DAIŞˊa nû ye

Dayikên Aştiyê yên li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê hêrsa xwe ya li dijî êrişên li ser Rojava nîşan dan û gotin: “HTŞˊê DAIŞˊa nû ye.”

Dayikên Aştiyê li pêşiya sefaretxaneya Sûriyeyê hêrsa xwe anî ziman: HTŞˊê DAIŞˊa nû ye
29 ÇILE, 2026   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayikên Aştiyê yên Stenbolê çalakiyên xwe yên li dijî êrişên ser Rojava bênavber didomînin. Dayikên Aştiyê di 26ê Çilêyê li pêşiya Balyozxaneya Ingilîstanê, di 27ê Çileyê li pêşiya Balyozxaneya Îsrailê, 28ê Çileyê jî li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê daxuyanî dan û çelenk danîn pêşiya deriyên balyozxaneyan.

Dayikên Aştiyê îro di çarçoveya çalakiyên xwe de li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê kom bûn û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Kujer Colanî” berz kirin.

BO FİLÎSTÎNÊ BANG BO KURDAN BÊDENGÎ HEYE

Dayika Aştiyê Feleknas Karabaş di çalakiyê de diyar kir ku HTŞ, DAIŞa nûjen e û wiha axivî: “Bila dewleta Tirkiyeyê çek nedê HTŞê. Bi destê dewleta Tirk, ev kuştin pêk tên. Zarok tên kuştin. Di tu qanûnan de tişteke wisa tune ye. Gelê Tirkiyeyê mafê Filîstînê dixwaze lê ji gelê Kurd re tiştekî nabêje. Gelê Kurd ev dehan sal in li Rojava li ber xwe dide. Piştî vê demê pêş ve çûyîn nîn e. Ev dewletên mezin bila nebêjin Kurd tune ne, Kurd hene. Sivîl, zarok tên kuştin keziyên jinan tê jêkirin. Tu wicdan vê tiştê qebûl nakê. Em hemû Kurd îro li ser pêyan in mafê xwe dixwazin.”

ÇELENGA REŞ A ŞERMEZARKİRİNÊ

Dayikan Aştyê di çalakiya xwe ya dawî de çelenga reş a ku li ser ‘Em şermezar dikin’ dihat nivîsandin danîn li pêşiya balyozxanayê. Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.