Di çalakiya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de 5 çete birîndar bûn

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çalakiyek li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xist. Di çalakiyê de 5 çeteyên dewleta Tirk birîndar bûn.

Di çalakiya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de 5 çete birîndar bûn
9 sibat, 2024   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 8`ê Sibatê çalakiyek li dijî nuqteyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk li gundê El Mihsenlî yê dagirkirî li dar xist.

Navendê diyar kir ku di çalakiyê de 5 çete birîndar bûne. Rewşa 3 ji wan giran e. Her wiha nuqteya leşkerî tevî çekên tê de hate rûxandin.

Navendê da zanîn ku çalakî bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku hemwextî wê êrişên çeteyên DAIŞ`ê zêde bûn.

Dewleta Tirk a dagirker rojane ji baregehên xwe yên li Cerablusa dagirkirî, eniyên kantona Minbicê topbaran dike.

(şx)