Şivanê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibû binçavkirin hat berdan

Hêzên Îsraîlê şivanê ku li gundewarê Quneytrayê binçav kiribû berdan.

Şivanê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibû binçavkirin hat berdan
21 îlon, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê piştî çend saetan şivanê ku li gundewarê Quneytrayê binçav kiribû, berda.

Li gorî SOHR‘ê, hêzên Îsraîlê bi 5 erebeyan derbasî bajarokê Seyda Hanûtê yê gundewarê Quneytrayê bibû û şivanek binçav kiribû.

Sedema binçavkirina wê nehat zanîn.