Planên Trump ên berfirehkirina Îsraîlê

Endamekî Partiya Demokrat a Amerîkayê diyar kir ku armanca Trump a kontrolkirina Xezayê pêkanîna plansaziya berfirehkirina Îsraîlê ye. Lêkolerê Navenda El Ehram jî anî ziman ku ger Ereb li hemberî vê planê ranebin wê projeya mezin a Îsraîlê ya ji Nîl heya Firatê bi cih were.

Planên Trump ên berfirehkirina Îsraîlê
14 sibat, 2025   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’yê Donald Trump biryar da ku wê zêdetirî du mîlyon Filistînî ji Xezayê bişîne Misir û Urdinê. Ev biryar ji aliyê gelek welatên Ereban bi tundî hat rexnekirin.

Têkildarî armanca Amerîkayê ji vê planê, endamê Partiya Demokrat a Amerîkayê Mehdî El Efîfî ji ajansa me re nirxandin kir. Mehdî El Efîfî got: "Armanca Amerîkayê ji kontrolkirina Xezayê temamkirina plana siyonîst e ku beriya gelek salan dest pê kiriye û tevgera Trump ne nû ye, ji çend salan ve ye."

Mehdî El Efîfî diyar kir ku Trump dema ku cara pêşîn serokê Amerîkayê bû, serdana Siûdiyê kir û li Riyadê bi zêdetirî 50 berpirsan re civiya û ji hingê ve plansaziya berfirehkirina Îsraîlê tê meşandin.

El Efîfî wiha domand: “Xeza beşek ji vê planê ye, lê belê şîroveya Trump wiha ye ku ew ê bêyî ku guh bide Filistîniyan Xezayê veguhêze cihekî xweş wekî Riviera."

Der barê nerazîbûna welatên Ereban de El Efîfî got: “Rexneya Erebî negihîştiye asta aşkerakirin û ragihandina nerazîbûnê. Ew daxuyanî bê bandor in. Rêveberiya Amerîkayê û ronakbîrên wê dema ku nerazîbûneke rastîn hebe ew baş vê yekê dizanin. Lê eger helwesteke cidî ji aliyê welatên Ereb û Îslaman ve neyê nîşandan, wê ev proje biçe serî."

El Efîfî diyar kir ku di serdana Trump a dema seroketiya wî ya yekemîn de û veguhastina balyozxaneyê ji bo Qudisê, tu aliyan helwest nîşan nedan û got: “Her wiha dema ku Colana Sûriyeyê da Îsraîlê û li ser mijara dayîna rojavayê Xezayê, ji bo Îsraîlê axivî jî, tu aliyan helwest nîşan neda. Ji ber wê jî ev plan wê bidome, ew jî plana Îsraîla mezin a ji Nîl heta Firatê ye."

ARMANC BIDAWÎKIRINA DOZA FILISTÎNÊ YE

Lêkolerê navenda El Ehram Beha Mehmûd jî diyar kir ku armanca Amerîkayê ji kontrolkirina Xezayê ew e ku doza Filîstinê bi dawî bibe xaka Filistînê bide Îsraîlê û got: “Ji ber ku dema Xeza tê koçberkirin, ev tê wateya ku dewleta Filistînê heta hetayê bi dawî dibe. Ev jî zelal e. Ya din jî Xeza di aliyê erdnîgarî û aborî de gelekî girîng e."

Mehmûd wiha domand: “Dema ku Îsraîl Xezayê dagir bike û wê heta hetayê ji xwe re bibe, ew tê wateya ku êdî Îsraîlê rêyeke nû di Deryaya Spî re peyda dike. Hemwextî avakirina projeyên aborî yên mezin, ji ber cihê stratejîk ê Xezayê ye. Her wiha ew ê bi kontrolkirina Xezayê re rê li Misrê jî bigitr û wê bixe dorpêçê."

Mehmûd diyar kir ku eger Trump dest deyne ser Xezayê ew ê tê de projeyên berî mezin veke, wekî vekolîna ji bo xazê û projeyên din ên li ser asta Amerîka – Îsraîlê.

Lê belê li asta welatên Ereban ên ku li hemberî vê planê ne razî ne, Mehmûd got: “Ev proje ji bo wan nayê qebûlkirin. Ji ber ku tu welat nikare bi aşkerayî razîbûna xwe li hemberî bidawîkirina doza Filistînê nîşan bide. Ev mijar ne girêdayî pêşwazîkirin an jî pêşwazînekirina penaberên Filistînê ye, lê belê girêdayî bidawîkirina doza Filistînê ye. Ev jî ji bo Misr û Urdunê zelal e."

(mh/fr)

 ANHA