Bîlançoya 26 salan a pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, bîlançoya 26 salan a tecrîdê ya li Îmraliyê ya pergala îşkence û qirkirinê, ji ANHA'yê re parve kir.

Bîlançoya 26 salan a pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê
14 sibat, 2025   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan ku 9'ê Cotmeha 1998'an pêşî lê vekirin û bi derketina ji Sûriyeyê re dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi anîna Rêber Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê re dewam kir. Ji wê demê ve, di pêvajoya 'pergala îşkence û qirkirinê' ya li girtîgeha Îmraliyê de, mafên herî xwezayî yên Rêber Abdullah Ocalan ên serdanên parêzer, malbat û wasî jî tên astengkirin.

Heta dema parêznameya xwe ya bi navê 'Manîfestoya Şaristanîya Demokratîk' dinivîsand jî, li dijî Rêber Abdullah Ocalan astengî derxistin. Jixwe di pêşeka Sosyolojiya Azadiyê de ku pirtûka 3’yan a parêznameyan e, Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku heta pênûs û kaxiz jî lê qedexe kirine ku pêkanînên derveyî mirovahiyê ne.

Hewldana jehrîkirinê ya sala 2007'an, traşkirina por û îşkenceya fîzîkî ya sala 2008'an, xistina nava hucreyeke 6 metredam di dawiya sala 2009'an de û gelek pêkanînên din ên li derveyî mirovahiyê pêk hatin û herî zêde jî qedexekirina hevdîtinên malbat û parêzeran ket rojeva raya giştî. Di vê pergala îşkenceyê de, êdî di destê dewleta Tirk tu hincet neman, vê carê jî bi navê 'cezayên dîsîplînê' hewl da qedexeyan rewa bike.

Raziye Ozturk a ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina Rêber Abdullah Ocalan girtiye ser xwe, têkildarî qedexeya hevdîtinan ku beşeke mezin a pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ye, bîlançoya 26 salan ji ajansa me ANHA'yê re parve kir.

'LI ÎMRALIYÊ REJÎMEK HAT ÇÊKIRIN’

Parêzer Raziye Ozturk avaniya pergala li Îmraliyê wiha rave kir: "Birêz Abdullah Ocalan, ji 15’ê Sibata 1999’an ve dema ji Kenyayê bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî hat revandin, 26 sal e li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya li Deryaya Marmarayê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin.

Girtîgeha Girava Îmraliyê ji aliyê îdarî û siyasî ve bi taybet hatiye avakirin. Di 26 salên pêvajoya Îmraliyê de hemû mafên birêz Ocalan ên hiqûqî, destûrî û peymanî hatin astengkirin. Li Îmraliyê di nava şert û mercên awarte de rejîmeke awarte hat meşandin û hiqûqa neteweyî û ya navneteweyî tu carî nehat xebitandin.”

‘44 MEHAN TU AGAHÎ JI ÎMRALIYÊ NEHATIN’

Raziye Ozturk got 44 mehan tu agahî ji Îmraliyê wernegirtine û wiha dewam kir: "Di pêvajoya Îmraliyê ya 26 salan de, hevdîtinên parêzer-malbat-wasî bi awayekî nedîtî qedexe kirin, destûr nedan parastin bê kirin, nehiştin girav bikeve çarçoveya qanûnê yan jî qanûn li giravê pêk were û lewma jî rejîmeke bêkontrol û nayê pêşbînkirin, lê hat meşandin. Li Îmraliyê, pêkanînên keyfî yên fîîlî yên dûrî pêbaweriya hiqûqî û bingeha hiqûqî ketin meriyetê. 44 mehan; ji 25’ê Adara 2021’an dema axaftina bi telefonê heta ziyareta malbatê ya di 23’yê Cotmeha 2024’an de, destûr nehate dayîn ku yek nûçe an jî agahî ji Îmraliyê bê wergirtin û Îmralî 44 mehan kirin cihekî ku neyê dîtin û aahî jê neyên."

BERÎ Û PIŞTÎ 27’Ê TÎRMEHA 2011’AN: JI 1531 SERLÊDANAN TENÊ BERSIV DAN 5’AN

Tecrîda li Îmraliyê di 27’ê Tîrmeha 2011'an de gihaşt asteke cuda. Parêzer Raziye Ozturk daneyên li ser wê pêvajoyê û yên piştî wê parve kirin: "Heta 27'ê Tîrmeha 2011'an, abku 12 salên destpêkê, mafê birêz Abdullah Ocalan ê ji bo serdana parêzeran wek "hefteyê rojekê saetek" bi rengekî gelekî sînordar hate kirin û gelek ji van serdanan ji ber sedemên keyfî yên mîna rewşa hewayê, nehatin kirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve hezar û 531 serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzeran çêbûn, lê di navbera Gulan-Tebaxa 2019'an de tenê 5 hevdîtinên parêzeran çêbûn. Ji wan hevdîtinan a herî dawî jî 7’ê Tebaxa 2019'an pêk hat. Piştî wê rojê qet destûra hevdîtinan nedan parêzeran.”

DI SALA 2024’AN DE 169 SERLÊDAN BÊ BERSIV MAN

Agahî û daneyên ku Raziye Ozturk parve dike, giraniya tecrîda bi salan a li Îmraliyê nîşan didin.

Parêzer Raziye Ozturk daneyên têkildarî serdema di navbera 2014 û 2024'an de jî bi vî rengî parve kirin: "Ji 578 serlêdanên ji sala 2014'an ve hatine kirin, bi tenê destûr ji bo 6 hevdîtinên malbatan hate dayîn da ku biçin serdana birêz Ocalan. Hevdîtina dawîn a rû bi rû di 23’yê Cotmeha 2024’an de bi biraziyê xwe û parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re pêk hat.

Bi tenê di sala 2024'an de hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê hem jî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê bi giştî 110 serlêdanên hevdîtinên parêzeran û 59 serlêdanên malbat û wasî hatin kirin. 169 serlêdanên parêzer û malbatan bi temamî ji aliyê rayedaran ve bêbersiv hatin hiştin.”

BIRYARÊN REWŞA AWARTE YÊN DEWLETA TIRK ÊN SALA 2016’AN

Di 14’ê Tîrmeha 2016’an de li Tirkiyeyê mîzansenek çêbû jê re gotin 'hewldana derbeyê ya serneketî'. Hikumeta AKP'ê ev yek veguherand firsendekê û rewşa awarte îlan kir. Hincetek ji bo pêşîgirtina li hevdîtinên bi Rêber Abdulah Ocalan re jî biryarnameyên Rewşa Awarte yên sala 2016'an bûn.

Raziye Ozturk li ser daneyên tecrîdê yên wê demê û piştî wê, ev agahî dan: “Hevdîtinên parêzeran ên ku di navbera salên 2011-2016'an de bi hincetên keyfî û fîîlî (koster xirab bûye, rewşa nebaş a hewayê û hwd) hatin qedexekirin, di navbera salên 2016-2018'an de dema Rewşa Awarte di meriyetê de bû, bi biryara Dadgeriya Înfazê ya Bursayê, bi awayekî bêhiqûqî hatin astengkirin. Ji Îlona 2018’an ve pratîka nehiştina muwekîl bi parêzerên xwe re bi hinceta biryarên 'qedexeya parêzeran' hîna dewam dike. Ji Îlona 2018'an ve ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve li dijî muwekîlan her 6 mehan carekê herî kêm 12 caran biryara 'qedexeya parêzeran' hatiye dayîn. Biryara qedexekirina parêzeran di 8’ê Mijdara 2024’an de hate dayîn û hîna dewam dike.

‘DEMA 'CEZA'YAN QEDIYA LÊ HÎNA JÎ DEWAM DIKIN’

Dîsa di navbera salên 2011-2016'an de serdan ku bi hincetên keyfî hatin qedexekirin, di navbera salên 2016-2018'an de dema Rewşa Awarte di meriyetê de bû, bi biryara Dadgeriya Înfazê ya li Bursayê bi awayekî bêhiqûqî hat astengkirin. Ji Îlona 2018'an û pê ve pratîka nehiştina muwekîl bi wasî û malbatên xwe re bi hinceta 'dîsîplînê' hevdîtinê bikin, tevahiya sala 2024'an bê navber dewam kir. Ji Îlona 2018'an heta dawiya sala 2024'an herî kêm 23 ‘cezayên dîsîplînê' ku Ji aliyê Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê ve li ser muwekîlan bi awayekî domdar û her 3 mehan carekê ‘cezayên dîsîplînê' tên birîn. Cezayê dîsîplînê yê 3 mehan di 16'ê Cotmeha 2024'an de hat birîn û tevî ku 3 meh di ser re derbas bûne jî hîna dewam dike.”

JI SALA 2012'AN VE TU BERSIV JI DADGEHA DESTÛRÊ NÎN IN

Raziye Ozturk diyar kir ku wan li hemberî qedexe û astengiyên navborî serî li dadgeriyên înfazê, dadgehên cezayê giran û Dadgeha Destûrê dane û ev agahî dan: "Ji bo muwekîlên me yên li girava Îmraliyê tên ragirtin, ji sala 2012’an ve li Dadgeha Destûrê nêzî 70 serlêdan hatine kirin. Ev serlêdanên derbarê mafên wan ên ji aliyê destûrê û peymanên navneteweyî ve hatine parastin in. Yanî derbarê qedexekirina îşkenceyê, mafê darizandina adîl, mafê azadî û ewlekariyê, mafê hurmeta li jiyana malbatî û ya taybet, azadiya ragihandinê, mafê tedawîkirina bibandor, prensîba qanûnîbûna sûc û cezayan, qedexekirina sînordarkirina mafan û cihêkariyê de ne. Tevî ku gelek sal di ser re derbas bûne jî, lê em hîn li benda dadgehê ne û hîna têkildarî van serlêdanan biryar nehatiye dayîn."

 ‘DI SERLÊDANÊN LI DMME Û NY’YÊ DE JÎ ENCAM EYNÎ YE’

Raziye Ozturk da zanîn ku wan serlêdanên Dadgeha Destûrê a Tirk ji saziyê hiqûqî yên navneteweyî yên wekî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û komîsyonên din ên komîteyê re birine û got: "Serlêdanên me yên li DMME’yê jî dewam dikin û lê mixabin bi nedayîna biryarê re bê bandor dikin. Serlêdana têkildarî tecrîdê ya ku me di sala 2011'an de kir, hê jî li ber dadgehê ye û tevî ku hemû qonax temam bûne jî, hîna li benda biryardayînê ye. 14 sal e biryarek nehatiye dayîn.”

‘DEWLETA TIRK BIRYARÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BI CIH NEANÎN’

Parêzer Raziye Ozturk bûyerên piştî peywendiya dawîn a telefonê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re ya 2021'an wiha rave kirin: "Wekî ku hûn jî dizanin piştî telefona dawîn ya 25'ê Adara 2021'an, birêz Ocalan bi tu awayî agahî jê nehate girtin û vê carê jî me serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê da. Komîteya Mafên Mirovan di 6’ê Îlona 2022’yan de ji bo hemû muwekîlên ku li Îmraliyê girtî ne, îtîrazname da û got "Bêyî ku tu sînordarî li ser wan hebe, divê demildest destûr bê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin." Hikumeta Tirkiyeyê li gorî daxwazên îtirazê tev negeriya û komîteyê careke din ew biryar di Çileya 2023'yan de bi bîra hikumetê xist. Tevî ku biryara pêwendîdar a Komîteya Mafên Mirovan di tevahiya sala 2024’an de derbasdar maye jî, hikumeta Tirk heta niha şertên biryarê bi cih neanîne.

Her wiha em bi domdarî serî li CPT'yê didin ku dawî li binpêkirinan bîne, her wiha serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) û komîsyonên, komîte û nûnertiyan didin da ku bikevin nava liv û tevgerê, ji bo ku biryarên DMME’yê pêk werin.”

SERDANÊN CPT'YÊ YÊN LI ÎMRALIYÊ Û RAPORA KU NEHATIYE AŞKERAKIRIN

Yek ji saziyên ku di çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de herî zêde qala wê tê kirin jî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye. Raziye Ozturk têkildarî vê mijarê jî got: "CPT di dîrokên cuda de 9 serdanên cuda li Girtîgeha Îmraliyê kirin û raporên 8 serdanan aşkera kirin. Serdana wê ya pêşîn 2 hefte piştî anîna birêz Ocalan a li giravê bû.

CPT herî dawî di 22'yê Îlona 2022'yan de çûbû Girtîgeha Îmraliyê. CPT'yê ragihand ku rapora xwe ya li ser vê serdanê temam kiriye û di 20’ê Adara 2023'yan de pêşkêşî hikumeta Tirk kiriye. Tevî ku nayê zanîn heta niha Tirkiyeyê bersiv daye vê raporê jî, der barê mijarê de ji aliyê CPT’yê ve tu daxuyanî nehatine dayîn û rapora vê serdanê nehatiye weşandin. CPT’yê di Sibata 2024'an de bi raya giştî re parve kiribû ku bi armanceke taybet çûye Tirkiyeyê û serdana girtîgehên cuda kiriye, lê serdana Îmraliyê nekiriye. Ji daxuyaniya CPT’yê tê fêmkirin ku 'têkiliyên muwekîlên me yên bi cîhana derve re' bi rengê 'hevdîtinên bi rayedarên hikumeta Tirk re' bi rengekî gelekî sînordar tên meşandin.”

‘ÎMRALI KIR GIRAVA AŞTIYÊ’

Raziye Ozturk, pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê wek "di warê mafên mirovan û hiqûqê de bêrûmetî" pênase kir û wiha dewam kir: "Aşkera ye ku Îmrali di wateya neyînî de bi mînaka xwe re bêemsal ye. Lewma rakirina mekanekî ku pergala îşkenceyê lê tê domandin, divê demildest pêk bê. Wekî din, berxwedan û sekna birêz Ocalan a 26 salan, di wateyeke erênî de jî bêhempabûnekê nîşan dide. Tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî, birêz Ocalan berxwedaneke bêeman nîşan da û deqeyekê jî dest ji armanca xwe ya ji bo girava Îmraliyê veguherîne girava aştiyê, berneda. Peyamên wî yên dawîn jî ev rastî careke din derxist holê.”

‘AZADIYA FÎZÎKÎ NE MIJARA BAZARÊ YE, PÊWÎSTIYEKE HIQÛQÎ YE’

Parêzer Raziye Ozturk îşaret pê kir ku êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Wekî hûn jî dizanin têkildarî birêz Ocalan biryareke DMME’yê heye. Li gorî vê biryarê divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan were mîsogerkirin. Ev ne mijareke bazarkirinê ye, hewcedariyeke hiqûqê ye. Her wiha jixwe şert û mercên temînata azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan ji aliyê siyasî û hem jî ji aliyê hiqûqî ve çêbûne. Birêz Ocalan tekane aktorê siyasî ye ku xwedî hêza teorîk û pratîk e ku şer û tundiyê bigihîne ser zemîna hiqûqî û siyasî. Mîmarê wekheviya di navbera gelan de û jiyana di nava demokrasiyê de û aştiyeke birûmet e. Lewma jî divê hemû hewldanên me ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bin da ku bikare bi rola xwe rabe. Wekî ku min di destpêkê de jî anî ser ziman; jixwe şert û mercên hiqûqî û siyasî temam bûne.”

ANHA