KNK’ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyam da

KNK’ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û got: “Erkê me ye ku bê navber bibin xemxurên pêşxistin û parastina nêzîkkirina zaravayên Kurdî. Her wiha li gel pêşxistina serdemê divê zimanê xwe biparêzin û bi pêş bixin."

KNK’ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyam da
20 sibat, 2025   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdê ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek da û ev roj pîroz kir.

KNK’ê bal kişand ku eger ew nikaribin bi zimanê xwe yên dayikê baxivin, nekaribin zarokên xwe fêrî zimanê dayîkê bikin, wê demê çi wateya jiyîn û hebûnê ji bo wan dimîne û got: “Zimanê Kurdî yek ji zimanê herî kevin e, heman demê zimanê herî dewlemend e, zimanê herî xweragir ê li ser erdê ye."

KNK’ê di dewama peyama xwe de anî ziman ku dewleta Tirk û Îranê yên dagirker gelek mamoste û fêrkarên zimanên Kurdî ji ber fêrkirina ziman û dayîna waneyan avêtine girtîgehê û got: “Ev yek li dijî mafê mirovan û yasaya navneteweyî ye."

KNK’ê di dewama peyama xwe de ev anî ziman: “Ji ber hewl û hestên dilsozî yên navxwe û derve zimanê Kurdî hinek din bi pêş ve çûye. Ji bo wê KNK spasiya van hemû hewldanan dike. Ji bo wê ye ku erkê Hikûmeta Herêmê (Başûrê Kurdistan) û Rêveberiya Xweser (Rojavayê Kurdistanê) di asta siyaseta ziman û di çarçoveya plana ziman de sûdê ji vê bigire, li ser esasê nêzîkbûn û parastina hemû zaravayên zimanê Kurdî bixin rojev û planên xwe yên stratejîk. Ji bo wê bûdceya pêwîst û saziyên taybet bên erkdarkirin. Her wiha bi rêya medyaya niştîmanî bigihêjin armancên xwe.  Erkê me ye bê navber bibin xemxurên pêşxistin û parastina nêzîkkirina zaravayên Kurdî bin. Her wiha li gel pêşxistina serdemê divê zimanê xwe biparêzin û bi pêş bixin."