Pizîşkiyan li Silêmaniyê ye

Piştî ku hevdîtinên serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Hewlêrê bi dawî bûn, serdana Silêmaniyê kir. Pizîşkiyan li balafirgeha Silêmaniyê ji aliyê serokê YNK’ê Bafil Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Pizîşkiyan li Silêmaniyê ye
12 îlon, 2024   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî hevdîtinên li Bexdayê serdana Başûrê Kurdistanê kir. Destpêkê Pizîşkiyan li gel serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Piştre jî li gel serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya.

Piştî hevdîtinên li gel PDK’ê, Pizîşkiyan bi rêya balafirê serdana Silêmaniyê kir. Li balafirgeha Silêmaniyê Pizîşkiyan ji aliyê serokê YNK’ê Bafil Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî zanyariyan destpêkê Pizîşkiyan dê serdana gora Celal Talebanî bike û piştre jî li Dabaşan li gel serokê YNK’ê Bafil Talebanî bicive. Piştî hevdîtinên li Silêmaniyê bi dawî bûn, Pizîşkiyan dê serdana çend bajarên Iraqê bike.

Piştî ku Mesûd Pizîşkiyan bûye serokkomarê Îranê, ev yekem geşta wî ya ji bo derveyî Îranê ye.