Dagirkeran welatiyekî din revand

MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê welatiyekî din revand.

Dagirkeran welatiyekî din revand
12 îlon, 2024   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efrînê ku ji 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, revandina welatiyan dewam dike.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" û endamên MÎT’a dewleta Tirk li gundê Hemamê yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê welatiyê bi navê Welîd Mihemed Mamo (51) revandiye.

Li gorî çavkaniyan, dagirkeran Welîd Mamo biriye cihekî nediyar.

(bb)

ANHA