Piştî Xezayê berê Îsraîlê li Lubnan an Yemenê ye?

Rojnameyên Erebî agirbesta li Xezayê wekî "Bombeyek li ber teqînê" nirxand û diyar kir ku şer bi dawî bû, lê hîna hemû şer bi dawî nebûne, 3 eniyên din: Lubnan, Yemen û Îranê li pêşiya Îsraîlê vekirine.

Piştî Xezayê berê Îsraîlê li Lubnan an Yemenê ye?
15 cotmeh, 2025   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de pêşketinên piştî rawestandina şerê Xezayê nirxandin. Rojnameyan cih da siyasetên Îsraîlê yên dema pêş, îhtîmalên ku alozî li Lubnan an Yemenê zêdetir bibe, her wiha pirsgirêkên girêdayî jinûve avakirina Xezayê.

’PIŞTÎ XEZAYÊ LUBNAN, YEMEN Û ÎRANÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat destnîşan kir ku şerê li Xezayê bi dawî bûye, lê hemû şer bi dawî nebûne û da zanîn ku hîna 3 eniyên din: Lubnan, Yemen û Îran li pêşiya Îsraîlê vekirine

Rojnameyê diyar kir ku  "heta ku Hizbullah çekên xwe radest neke an jî peymaneke nû ji bo mîsogerkirina ewlehiya wê neyên kirin, Îsraîlê ji başûrê Lubnanê venakişe û êrişên xwe rawestîne. Di heman demê de rageşiya bi koma Hûsî yên li Yemenê re hîn jî bi tevgera komê ve girêdayî ye "

Li gorî rojnameyê, ya herî zehmet û xetere eniya Îranê ye û wiha domand  "Hêzên çekdar ên Îranê ji Hezîrana borî anku piştî şerê 12 rojan, seferber in. Eger şer dest pê bike jî rageşiya berdewam a di navbera Tehran û Tel Avîvê de dibe ku bibe sedema pevçûnek wêranker."

Rojnameyê agirbesta heye wekî "Bombeyek li ber teqînê" nixand û ji bo mîsogeriya istiqrara Xezayê banga xebateke herêmî kir.

GELO WÊ XEZA BI LUBNANÊ VE WERE GUHERTIN

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê  û diyar kir ku ev êriş di çarçoveya siyaseteke sîstematîk a rêgirtina li ber vekirina jiyana xwezayê û jinûve avakirinê de tê kirin. Rojnameyê destnîşan kir ku êriş li pêşiya çavê Komîteya Amerîkî-Frnasî ya çavdêriya li peymanê agirbestê dike, pêk tên û li ser mijarê jî ev pirs kirin "Gelo Îsraîlê hewl dide şerê qirkirinê yê li dijî Xezayê veguherîne qada Lubanê? "

’PÊDIVIYA XEZAYÊ BI XEBATEKE EREBÎ YA DIYARKER HEYE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser ji nû ve avakirina Xezayê û destnîşan kir ku "gelê Xezayê piştî şer nas kirin ku tevahî herêm hatine wêrankirin û  hovîtiya Îsraîlê rewşa Xezayê bi tevahî guhertiye."

 Rojnameyê bi domdarî diyar kir ku ji bo jinûve avakirina Xezayê û vegerandina jiyanê li bajar û taxên wêranbûyî, pêdiviya Xezayê bi xebateke zelal ya erebî û planeke pratîkî ya navneteweyî heye .

(bb)