Piştî rageşiyê "El Qesam" ragihand ku cenazeyê Îsraîliyekî dîtiye

Ketîbeyên El Qesam ragihand ku wan cenazeyê girtiyekî Îsraîlî dît. Ketîbeyan diyar kir ku êrişên Îsraîlê vegerandina cenazeyan asteng dikin.

Piştî rageşiyê "El Qesam" ragihand ku cenazeyê Îsraîliyekî dîtiye
19 cotmeh, 2025   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ketîbeyên El Qesam ku baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê ye, ragihand ku di encama xebatên lêgerînê yên li Xezayê de cenazeyê girtiyekî Îsraîlî dît.

Hat diyarkirin ku eger rewş guncaw b, cenaze dê êvara yekşemê were radestkirin.

Ketîbeyan destnîşan kir ku êrişên Îsraîlê xebatên lêgerîn, kolandin û derxistina cenazeyan asteng dikin û ev jî dê bibe sedem ku Îsraîl dereng cenazeyên xwe wergire.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îsraîlê îdia kir ku Hemasê agirbest li bajarê Refehê bin pê kir û wekî bersivdayînekê Îsraîlê li dijî deverên cuda yên Xezayê êriş pêk anîn.

(mh/fr)