Endamê Rêxistina CPT: Dewleta Tirk daristanên Kurdistanê talan dike

Endamê Rêxistina CPT’ê Kameran Osman ragihand ku dewleta Tirkiyeyê dest bi pêngaveke mezin a talankirin û birîna daristanên herêma Behdînanê kiriye.

Endamê Rêxistina CPT: Dewleta Tirk daristanên Kurdistanê talan dike
19 cotmeh, 2025   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev dîmen jî dema darên li herêma Zapê hatine birîn û dibin Tirkiyeyê, ye.

Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman destnîşan kir ku ji serê meha Îlonê ve leşkerên Tirkiye dest bi pêngaveke birîna daristanên li herêma Zap û Avaşîn yên li herêma Amêdiyê kiriye.

Hate ragihandin ku dar bi kepçe û dûzeran ji kokê tên rakirin û bi amûrên pêşketî jî tên parçeparçekirin.

Kameran Osman anî ziman ku dar bi traktorên sivîl tên şandina nava xaka Tirkiye û got: “Ji bo şewatê bikar tînin. Dîsa ji bo çêkirina avahiyan, kursî, mase û amûrên din bikar tînin. Piştre van amûran dişinin nava Herêma Kurdistanê û difiroşin wan.”

Herî dawî Kameran Osman got: “Parastina jîngeh û sînor ên daristanên Kurdistanê di bername û pilana kîjan partiyên Kurdistanî de heye? Kîjan partiyê ha ji talankirina jîngeha Kurdistanê heye?