Trump ji Hemasê re: Ger hûn çekan daneynin, em ê we bê çêk bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gef li Tevgera Hemasê xwarin û got, "Ger hûn çekan daneynin, em ê we bê çêk bikin."

Trump ji Hemasê re: Ger hûn çekan daneynin, em ê we bê çêk bikin
19 cotmeh, 2025   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gef li Tevgera Hemasê xwarin ku "ger hûn çekên xwe daneynin, em ê we bê çêk bikin" û destnîşan kir ku "Tu wextek diyarkirî ya pêkanînê tune ye" û diyar kir ku tu pêwîstî ji bo belavkirina hêzên Amerîkayê li Xezayê nîn e.

Trump di hevpeyvînekê ligel tora "Fox News" de got, "Heke ew tiştê ku jê tê xwestin nekin, em ê bikin." Trump ji bo tevgerê got ku "Ew pir tundraw in… em ê bibînin ka wê mijar çawa biçe."

Ev daxuyaniyên Trump, di demekê de rageşiya Îsraîlê careke din li Xezayê zêde bû, êrişên bejahî û asîmanî li dijî herêmên cuda yên Şerîda Xezayê pêk anîn, hatin kirin.

Hefteya borî jî, Trump gef li Tevgera Hemasê xwaribûn ku çekên xwe deynin. Ji ber ku Hemasê kesên li gorî wê "hevkarî bi artêşa Îsraîlê re kiriye" înfaz kiribûn.

(fr)