Piştî Newrozê polîsên Tirk 126 kes li Amedê destgîr kirin

Polîsên Tirk, piştî Newroza Amedê herî kêm 126 kesên ku di nav wan de zarok jî hene destgîr kirin.

Piştî Newrozê polîsên Tirk 126 kes li Amedê destgîr kirin
21 adar, 2024   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiyên Cejna Newrozê ku di 15’ê Adarê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” starta wê hate dayîn îro li Amedê bi awayekî biheybet hatin kirin. Zêdetirî milyonekî kesan tev li pîrozbahiya li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê hate lidarxistin bûn.

Di pîrozbahiya Newrozê de coşa li qadê kêliyekî jî nesekinî.

Piştî pîrozbahiya Newrozê gelek kes hatin destgîrkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, polîsên Tirk zarok jî di nav de herî kêm 126 kes destgîr kirin. Hate hînbûn ku kesên hatin destgîrkirin kirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeya Rezanê.