Newroz li Japonyayê hat pîrozkirin

Cejna Newrozê li eyaleta Saitama ya li bakurê paytexta Japonya Tokyoyê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên Japon ve bi coş hat pîrozkirin.

Newroz li Japonyayê hat pîrozkirin
21 adar, 2024   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên ji herêmên cuda yên li Japonyayê ji bo tev li pîrozbahiya Newrozê bibin ber bi Parka Akîgase ya bajarê Saîtama ve herikîn.

Tevî endamên meclîsa dewleta Japonê û endamên parlamentoya Japonyayê, Kurd û Japon jî di nav de nêzî hezar û 500 kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Eleqeya zêde ya Japonan a li pîrozbahiya ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ve hat lidarxistin, bal kişand.

Şahî vegeriya platforma piştgiriya saziyên Japon ji bo gelê Kurd û nerazîbûna li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd.