Li Efganistan teqîna xwekujî: 20 kes hatin kuştin

Li gorî AFPˊê, vê sibehê li Kandaharê yê başûrê Efganistanê teqîneke xwekuşî pêk hat, li gorî bîlançoya jêderekî tibî ragihaniye, 20 kes hatin kuştin.

Li Efganistan teqîna xwekujî: 20 kes hatin kuştin
21 adar, 2024   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Arebiye ragihand ku li hundirê şaxa ˊBanka Kabilˊ a li wîlayeta Kanadar a başûrê Efganistanê teqînek çêbû. Li gorî çavkaniyan dema karmendên hikumetê dixwestin mûçeyên xwe yên mehane wergirin, teqîn çêbû. 

Hêjayî vegotinê ye ku nivîsgeha Banka Kabil li nuqteyeke girîng li wîlayeta Kandahar li kêlek navendek polîsan e û kîlometreyeke ji navenda berpirsê wîlayetê ve dûr e.

(fr)