Piştî êrişan li Tengava Hurmuzê alozî derket

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îdia kir ku li gel şer jî agirbesta bi Îranê re dewam dike. Îranê îdia kir ku DYA agirbestê binpê dike.

Piştî êrişan li Tengava Hurmuzê alozî derket
8 gulan, 2026   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

DYA'yê ragihand ku piştî êrişa li ser keştiyên amerîkî yên li Tengava Hurmuzê "navendên leşkerî" yên Îranê bûne hedefa êrişên wan. Îranê jî Washington sûcdar kir ku destpêkê wan agirbest binpê kiriye û bersiv dane keştiyên leşkerî yên amerîkî. Li herêmê şer ji nû ve gur bû. Serokê DYA'yên Donald Trump îdia kir ku agirbest hîn jî di meriyetê de ye.

Trump roja Pêncşemê daxuyanî da rojnamevanan û gavên Îranê yên li hemberî hêzên amerîkî biçûk nîşan da û got, "Îro bi me re lîstin. Me jî ew paqij kirin. Ez ji vê re meseleyeke nehêja dibêjim." Trump îdia kir ku li gel şer jî agirbest dewam dike.

Rêveberiya Washingtonê ragihand ku piştî êrişa li ser hin keştiyên amerîkî yên li Tengava Hurmuzê wan li hedefên leşkerî yên li Îranê xistine.

Fermandariya Giştî ya Îranê jî îdia kir ku destpêkê DYA'yê agirbest binpê kiriye.

Li gorî daxuyaniya ku li televîzyona dewletê hate weşandin, tankekere petrolê û keştiyeke din a ji peravên Îranê bi rê ket, bûn hedefa aliyê DYA'yê, li hemberî vê yekê jî êriş li hemberî keştiyên leşkerî yên amerîkî hate kirin û "xisareke girîng" li keştiyan bû.

Televîzyona dewletê ya Îranê her wiha diyar kri ku li bendergeha Girava Keşm a li Tengava Hurmuzê dengê teqînê hatiye bihîstin.

Piştî ku şer di 28'ê Sibatê de dest pê kir, rêveberiya Tehranê kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmuzê şidand ku ji bo bazirganiya enerjiyê ya cîhanê gelekî girîng e. Di serî de li Îran û Lubnanê di şer de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û şer bandoreke giran li aboriya global kir.