Li Hemayê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin

Li gundewarê Hemayê di êrişeke çedarî de ya ji aliyê 2 çekdarên rûgirtî ve hat kirin kesek hat kuştin.

Li Hemayê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin
8 gulan, 2026   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Hemayê ragihandine, 2 çekdarên rûgirtî şêniyê bi navê Silêman Ebşî qetil kir.

Nûçegihanê me ragihand ku çekdarên rûgirtî ku li motorsîklêtê bûn, gule li Silêman reşandin û reviyan, di encamê de, Silêman di cih de jiyana xwe ji dest da.

Silêman Ebşî  ku ajokarekî basê ye ji gundê Şuhêb e, lê li bajarokê Sebûrayê bi cih bûye.

Êrişa li dijî wî li ser rêya Selemiye-Sebûrayê yên gundewarê Hemayê pêk hat.

(bb)