Piştî avêtina moşekekê Îsraîlê êrişî Xezayê kir

Piştî êrişa bi moşekan, Îsraîlê rêzeêriş li dijî Xezayê pêk anîn. Hemasê ev êriş wek "binpêkirina peymana agirbestê" bi nav kir û bang li navbeynkaran kir.

Piştî avêtina moşekekê Îsraîlê êrişî Xezayê kir
6 mijdar, 2025   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê îro rêzeêriş û operasyonên wêrankirinê li herêma rojhilatê Xezayê pêk anîne û ev êriş wek erişên herî dijwar ên çend hefteyên dawîn wesifandin.

Li gorî Kanala 14 a Îsraîlê, ev êriş çend saet piştî avêtina moşekeke ji başûrê Xezayê ber bi Îsraîlê ve hat kirin. Lê aliyên filistînî der barê vê êrişê de tu daxuyanî nedane.

Artêşa Îsraîlê duh (5 Mijdar) ragihandibû ku li rojhilatê Xezayê di êrişeke hêzên wê de filistiniyek hatiye kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, ji dema ragihandina peymana agirbestê ve 244 filistînî hatine kuştin.

Hemasê operasyonên rûxandina malan û taxên niştecihan ên li rojhilatê Xezayê bi "binpêkirineke aşkerayî ya peymana agirbestê" bi nav kir û got Îsraîl hewl dide hewldanên aramkirinê têk bibe.

Hemas ji navbeynkarên herêmî û navneteweyî xwest zextê li Îsraîlê bikin da ku "binpêkirinên xeternak" rawestîne.

(bb)