Îsraîlê sînorê Misirê wek herêma leşkerî ragihand

Îsraîlê herêma sînorî ya bi Misirê re wek "herêma leşkerî ya girtî" ragihand.

Îsraîlê sînorê Misirê wek herêma leşkerî ragihand
6 mijdar, 2025   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz duh ragihand ku herêma sînorî ya bi Misirê re bûye "herêmeke leşkerî ya girtî". Katez diyar kir ku ev biryar piştî nîqaşeke li ser gefa dronan a li ser sînor hate dayîn.

Katz talîmat da artêşa Îsraîlê ku qanûnên xwe yên hedefkirinê biguherîne û kesên bê destûr bikevin herêmê, bikarhênerên dronan û qaçaxçiyan jî, bike hedef.

Li gorî medyaya Îsraîlê, ev biryar piştî qaçaxçîtiya zêde ya çekan hate dayîn.

(bb)