Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû

Temenê wî yê mezin nebû asteng ku hînî pîşeyeke nû bibe, lewma xwe fêrî pîşeya zîvkariyê kir. Her wiha li şûna teknolojiyên nû, rêbaz û amûrên kevn bi kar tîne.

Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
Piştî 50 saliyê fêrî zîvkariyê bû
23 mijdar, 2024   04:10
HELEB
Nisrîn Şêxo

Pîşeya zîvkariyê ber bi windabûnê ve diçe lê koçbeekî ji Efrînê hewl dide vê pîşeyê biparêze û veguhêze nifşên din.

Mihemed Sînan ji gundê Qitmê yê bajarê Şaran ê Efrînê ye, berî ku dest bi karê zîvkariyê bike, di xwaringehan de karê nanpêjiyê dikir ku hîna 7 salî bû ev pîşe ji bavê xwe fêr bûye.

Sînan piştî ku bi salan ew kar kir, xwest karê xwe biguherîne û fêrî pîşeyeke din bibe, lewma berê xwe da pîşeyeke nû ku ne girêdayî karê wî yê berê bû, ew jî pîşeya zîvkeriyê bû. Piştî gelek hewldanan fêrî vê hunerê bû.

Sînan bingehên pîşeya zîvkeriyê ji welatiyekî Efrînê yê 50 salî hîn bû, lê wî xwe spartibû bêhnfirehî û hewldanên xwe yên berdewam, carinan her parçeyek zîv bi dehan caran ji nû ve çêdikir, heta ku bi dawî dikir.

Dema Mihemed Sînan ji Efrînê koçî Helebê bû, piştî dagirkirina bajarê wî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di sala 2018an de, li taxa Şêxmeqsûdê dikaneke biçûk vekir da ku karê xwe bike û berhemên xwe bifiroşe.

Di çêkirina her parçeyekî zîv de, Mihemed Sînan amûrên destan ên kevn bi kar tîne, tevî ku teknolojiyên nû yên jî derketine.

Sînan balê dikişîne ser cudahiya di navbera çêkirina bi destan û çêkirina bi makîneyan û dibêje: “Her tiştê ku bi destan tê çêkirin, çêjeke xwe ya taybet heye, hezkirin tiştan xweşik dike, ger ne hezkirina min a ji bo vî pîşeyî bûya ez fêr nedibûm.”

Mihemed Sînan rojê bi qasî çar parçeyên zîvan çêdike, hin parçe di çend seetan de û hin jî di çend rojan de temam dike.

Mihemed Sînan tiştên xemilandinê û li ser ristikan navê Efrînê xêz dike, guhar, gustîl û bazinan çêdike, carinan jî tizbiyên ji kevirê eqîq çêdike ku herî zêde xelkê Efrînê wan tizbiyan dikirin.

(k)

ANHA