Rêveberên li Holê pergala îşkence û qirkirinê şermezar kir

Rêveberên saziyên bajarê Holê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku armanca vê pergalê projeya wî ya demokratîk e.

Rêveberên li Holê pergala îşkence û qirkirinê şermezar kir
23 mijdar, 2024   03:10
HESEKÊ
ELÎ SULTAN

Rêveberên partî û saziyên bajarê Holê yê kantona Cizîrê der barê pergala îşkence û qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, nêrînên xwe anîn ziman.

Hevserokê Meclisa PYDˈê ya bajarê Holê Emar Mûsa pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Rêbertî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn projeyek pêşkêş kir. Ev proje li pêşiya planên pergalên kapîtalîst ên dixwazin gel bê îrade bihêlin, dibe asteng."

Mûsa anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî dîtineke wiha ye ku dikare şeran veguherîne aştiyê, ev jî metirsiyê li ser siyaseta şer a ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê dimeşînin, çêdike.

Hevseroka Meclisa bajarê Holê Wîsal El Hisên nerazîbûn nîşanî pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan da û got: "Rêbertî bi fikirên xwe cîhan ronî kir. Em sûcên ku dewleta Tirk li dijî wî dike şermezar dikin. Em soz didin em ê heya azadkirina wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin."

Wîsal girîngiya nameya dawîn a Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir û bi bîr xist ku gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengiya navneteweyî ya li hember pêkanînên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEMˈê ya li Holê Abdullah Mihemed Elî siyaseta îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan wek sûcekî dermirovî bi nav kir û bang li civata navneteweyî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikevin nava tevgerê.

Abdullah Mihemed Elî da zanîn ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û ferzkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî wî hewldaneke ji bo têkbirina projeya çareseriya demokratîk e.

Rêveberan di dawiyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê erkên xwe bi cih bînin. Her wiha diyar kir dê heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

(bb)

ANHA