Piştî 2 salan ji valahiyê serokatiyê, Josêf Ewn bû serokê Lubnanê

Parlamentoya Lubnanê di gera duyemîn a dengdanê de Josêf Ewn ji bo serokkomariya Lubnanê hilbijart.

Piştî 2 salan ji valahiyê serokatiyê, Josêf Ewn bû serokê Lubnanê
9 ÇILE, 2025   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 2 salan ji valahiya serokatiya Lubnanê, parlamentota Lubnanê rûniştina 14'emîn a hilbijartina serokkomar li dar xist. Di gera duyemîn a dengdanê de Josêf Ewn ji bo serokkomariyê hat hilbijartin.

Di gera yekemîn de Josêf Ewn dengên pêwist bi dest nexistin, lê di ya duyemîn de 99 deng ji 128 dengên parlamenteran bi dest xistin.

Ji dema serxwebûna Lubnanê ya 1943'yan ve, Josêf Ewn bûye serokê 14'emîn ê Lubnanê ye û ji dema bidawîbûna şerê navxweyî ya Lubnanê ve, serokê 5'emîn e.

Josêf Ewn kî ye?

Josêf Ewn di 10'ê Çileya 1964'an de li bajarokê Sin El Fîl li bajarê Metin ji dayik bûye. Zanistên siyasî yên beşa karûbarên navneteweyî û zanistên leşkerî xwendiye. Ew ji taîfeya xiristiyan a Maronî ye û zimanên Erebî, Fransî û Îngilîzî dizane. Di 1983'yan de di fakulteya leşkerî de dest bi karê leşkerî kir û gihîşt astên fermandariyê û wekî fermandarê lîwaya 9'an cih girt. Ji 8'ê Adara 2017'an de fermandarê artêşa Lubnanê bû.

(mh/fr)