Wê rojnamevan Cîhan û Nazim li Rojava bên definkirin

Li gorî ajansa MAˋyê, wê cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên bi SÎHA’yê hatibûn qetilkirin û ji ber ku îktîdara AKP-MHP’ê destûr neda bînin Bakurê Kurdistanê, dê li Rojava bên definkirin.

Wê rojnamevan Cîhan û Nazim li Rojava bên definkirin
9 ÇILE, 2025   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedanên li herêmê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHA’yê hatin qetilkirin. Ji roja hatin qetilkirin heta niha malbatên wan hewl didin cenazeyên zarokên xwe wergirin û li Bakurê Kurdistanê defin bikin. Lê tevî hemû hewldanan jî îktîdara AKP-MHP’ê destûr neda.

ÎŞKENCEYA LI CENAZEYAN

Ji destpêkê ve ji malbatan re hate gotin ku dê cenazeyên rojnamegeran bînin Qamişloyê û ji Deriyê Sînor ê Nisêbîn a Mêrdînê radestî malbatan bên kirin. Li ser vê yekê malbat hatin ber deriyê sînor ê Qamişloyê lê cenaze nehatin dayîn. Piştre jî hate destnîşankirin ku cenaze dê ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ku di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê de ye bên teslîmkirin. Li ser vê yekê malbatan di 6’ê Çileyê de xwestin ji Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya ya Şirnexê derbasî Başûr bibin. Lê şandeya ku malbat jî di nav de bû hate astengkirin. Li ser vê yekê şandeyê dest bi çalakiya nobetê kir. Nobet du rojan domiya lê îktîdara AKP-MHP’ê destûr neda.

Hat zanîn ku dê cenazeyên Daştan û Cîhan Bîlgîn li bajarê Qamişloyê bên definkirin.