Jinên Zenûbiya û Jinên Êzîdî êrişa dijî karwana gel şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekitiya Jinên Êzîdî êrişa dijî karwana gel a ku berê xwe dida Bendava Tişrînê şermezar kir.

Jinên Zenûbiya û Jinên Êzîdî êrişa dijî karwana gel şermezar kir
Jinên Zenûbiya û Jinên Êzîdî êrişa dijî karwana gel şermezar kir
9 ÇILE, 2025   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh dema ku karwana wesayîtên gel ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe li dijî êrişan berê xwe dida bendavê balafirên dewleta Tirk a dagirker ew kirin armanc. Di encama êrişê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 din birîndar bûn. Ji nav şehîdan rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Ehmed Şehabî El Hemed jî heye.

TEBQA

Girêdayî wê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û endamên kombûnê daxuyaniyek da. Endama kombûnê Semîra Hebeş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji bo malbata şehîd Kerem û tevahî şehîdên ku di êrişê de şehîd bûne, hat xwestin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev "sûcê terorî" yê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan pêk aniye hat şermezarkirin û soza domandina têkoşînê heta avakirina Sûriyeya demokratîk û pêşketî hat dubarekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî jinan hat kirin ku dengê xwe bilind bikin û îradeya xwe li dijî zulmê xurt bikin.

DÊRAZOR

Li bajarê Dêrazorê bi dehan jin û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Desteya Jinan li pêşiya avahiya Desteya Jinan kom bûn û daxuyanî bi navê kombûnê ji aliyê endama koordînasyonê Şehrezad El Casim ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê û yên li dijî sivîlan hatin şermezarkirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û êrişên li dijî Bendava Tişrînê û yên li dijî binesaziya herêmê bidin rawestandin.

Di dawiya daxuyaniyê xe soza şopandina rêya şehîdan û domandina têkoşînê hat dubarekirin.

Di heman çarçoveyê de jî, Yekitiya Jinên Êzîdî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî hedefgirtina konvoya gel ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin şehîdbûna têkoşer Kerem îsbata hêza jinan e, her wiha hat diyarkirin ku jinên Sûriyeyê bi hemû mezheb û baweriyên xwe xwedî vîna xurt in û dikarin li hember tevahî timayên dagirkerî û mêtingeriyê bisekin.

(mh/fr)