Komeleya Miştenûrê li aqûbeta revandî û windahiyan pirsî

Komeleya Miştenûrê bi çalakiyekê li aqûbeta revandî û windahiyan pirsî û diyar kir ku li Kobanê tenê nêzî 500 kes hatine revandin û winda ne.

Komeleya Miştenûrê li aqûbeta revandî û windahiyan pirsî
Komeleya Miştenûrê li aqûbeta revandî û windahiyan pirsî
Komeleya Miştenûrê li aqûbeta revandî û windahiyan pirsî
Komeleya Miştenûrê li aqûbeta revandî û windahiyan pirsî
Komeleya Miştenûrê li aqûbeta revandî û windahiyan pirsî
5 tîrmeh, 2025   20:33
KOBANÊ

Ji salên 2011ˊan heta bi sala 2018`an de nêzî 500 kes tenê ji bajarê Kobanê ji aliyê komên çekdar û çeteyên DAIŞˊê ve hatin revandin. Ji wê çaxê heta niha tu agahî ji wan nehatine wergirtin. 

Têkildarî mijarê Komeleya Miştenûrê ya Windahiyên Firat û Minbicê li navenda xwe ya li Kolana 48ˊan a Kobanê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi sedan malbatên windahiyan amade bûn.

Di çalakiyê de rêveberê komeleyê Mehmûd Zîto axivî. Zîto diyar kir ku hêviya wan a vegera windayiyan heye û got: "Ji dema derketina DAIŞˊê ve, wê li dijî gel û li pêş çavên cîhanê komkujî pêk anîn û gelek kes revandin û heta niha aqûbeta wan ne diyar e. Tenê ji bajarê Kobanê nêzî 500 kes hatiye revandin."

Çalakî bi hêviya dîtina wan di demeke nêz de bi dawî bû.

(mm/fr)

ANHA