Pisporê aboriyê Şukrî Yûsif: Hê zû ye ku aboriya Sûriyeyê baş bibe

Şêwirmend û pisporê aboriyê Şukrî Yûsif dikar kir ku tevî betalkirina Qanûna Qeyser jî, aboriya Sûriyeyê dê zû baş nebe, ji ber pirsgirêkên kûr ên avahîsaziyê, nebûna ewlehî û aramiya siyasî û veberhênana qels.

Pisporê aboriyê Şukrî Yûsif: Hê zû ye ku aboriya Sûriyeyê baş bibe
23 kanûn, 2025   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 18’ê Kanûnê de serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, biryarnameya betalkirina cezayên ku li ser rejîma Baasê bi navê "Qanûna Qeyser" hatibûn ferzkirin, îmze kir. Piştî vê yekê, pisporê aboriyê yê sûriyeyî Şukrî Yûsif bi ajansa me re li ser bandora rakirina qanûnê li ser aboriya Sûriyeyê axivî.

Yûsif destnîşan kir ku herî kêm 2 sal hewce dikin da ku aboriya Sûriyeyê hinekî baş bibe ku dibe buha hinekî erzan bibin û kel û pelên bingehîn peyda bibin. Yûsif diyar kir ku ev yek bi başbûna şert û mercên giştî û vegera gav bi gav a çalakiya aborî ve girêdayî ye.

Yûsif her wiha da zanîn ku aboriya Sûriyeyê gelek salan hewce dike da ku bigihêje qonaxa destpêkê ya başbûnê û buha dê her kêm û zêde bibin, ji ber xirabûnên ku di salên şer de li ser avahiya aborî çêbûne û nebûna çarçoveyeke aborî ya zelal.

Yûsif bawer nake ku nirxê lîreyê Sûriyeyê li hember dolar zêde bibe, her çi qas pereyekî nû were çapkirin jî û da zanîn egera sereke ya bilindbûna nirxê lîreyê pêkanîna ewlehiyê ye, ji ber ku ew faktora sereke ye ji bo kişandina veberhêneran û geşkirina aboriyê.

Yûsiv texmîn kir ku lêçûna ji nû ve avakirina Sûriyeyê bi qasî 800 milyar dolar e ku niha ew pere tune ne û ji ber rewşên siyasî û aborî yên heyî zehmet e ku were peydakirin.

Yûsif destnîşan kir ku kêmasiya aborî hîn jî mezin e, li çend parêzgehan mûçe bi rêk û pêk nayên dayîn, lêçûna jiyanê ya şêniyan zêde dibe û krîza civakî kûrtir dibe.

Aborînas diyar kir ku başbûna rastîn a aboriyê bi pêkanîna ewlehî û aramiya siyasî ve girêdayî ye, û diyar kir ku têkiliyek bingehîn di navbera aboriyê û rewşên ewlehî û siyasî heye, eger yek ji wan kêm be dê ya din qels be.

Qanûna Qeyser, di Hezîrana 2020`an de ket meriyetê, ev qanûn bi armanca parastina sivîlên Sûriyeyê bi rêya cezayên aborî û darayî li ser hikumeta Sûriyeyê û piştgirên wê, bi taybet di sektorên bank, enerjî û avakirinê de, hatiye sepandin. Ev yek bûye sedema kûrkirina krîza agorî û astengkirina bazirganiyê.

Di 14 salên şer de, dahata neteweyî ya Sûriyeyê ji 60 milyar dolar di sala 2011`an de daketiye kêmtirî 12 milyar dolar di sala 2023`yan de. Li aliyekî din binesazî û aboriya welêt hilweşiyaye, vê yekê hiştiye ku derefetên başbûna aborî ya bilez kêm bibin.

(k)

ANHA