Ji bo xurtkirina aştî û jiyana hevbeş kongreyeke eşîran tê lidarxistin

Endamê Komîteya Amadekar a Yekitiya Eşîrên Kurd diyar kir ku eşîrên Kurd hewl didin di demeke nêzîk de kongreyekê li dar bixin da ku aştiyê û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de bi pêş bixin.

Ji bo xurtkirina aştî û jiyana hevbeş kongreyeke eşîran tê lidarxistin
23 kanûn, 2025   05:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Ji ber zêdebûna gotinên nefret û kîndariyê û hewldanên derxistina fitneyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, eşîrên Kurd hewl didin rola xwe ya civakî û welatparêziyê xurt bikin, di heman demê de bi hêzên siyasî û leşkerî re aştiya navxweyî ya li herêmê biparêzin.

Endamê Komîteya Amadekar a Yekitiya Eşîrên Kurd Dr. Berzan Silêman ji ajansa me re behsa xebatên yekitiyê kir.

Berzan Silêman bi bîr xist ku bi ketina rejîma Baasê re gotinên nefretê li dijî Kurdan zêde bûne û got: "Em eşîrên Kurd me dît ku ji erka me ye piştgiriyê bidin hêzên xwe yên siyasî û leşkerî û rola xwe di pêşîlêgirtina gotinên kîndariyê de pêk bînin û destê xwişk û biratiyê û aştiyê dirêj bikin."

Silêman di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ji 2 mehan ve dixebitin da ku eşîran Kurdan bînin gel hev û ev li gotinên xwe zêde kir "Heya niha me hevdîtin bi 6 eşîrên Kurd re kirine. Em ê hevdîtinên bi yên din jî re bikin da ku bi nêzîkbûna sersalê re kongreyê li dar bixin. Yekitiya me ya eşîran li ser asta civakî ye. Lê îro civak û siyaset ji hev qut nîn in. Li vir em dibêjin cihê me di nava siyaset û hêzên leşkerî de ye û derbasî cihên wan nabin, lê em bi wan re ne û piştgiriyê didin wan, ji ber ku civaka Kurd li ser rêgeza sîstema qebîle û eşîran e."

Silêman got, bi hevgirtina qebîle û eşîrên Kurd dikarin gel bi rêxistin bikin û bi yekitiyê daxwazên Kurdan temam bikin.

Berzan Silêman di dewama axaftina xwe de got "Bi lidarxistina kongreya eşîrên Kurd re em ê bi qîbeyên Ereb, Xiristiyan, Ermen û tevahî pêkhateyên herêmê re bicivin. Em ne şerxwaz in, lê aştîxwaz in. Eger kesek hewl bide zerarê bide gelê me em ê bêdeng nemînin."

Dr. Berzan Silêman di dawiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku ji destpêka hatina rejîma Baasê li ser desthilata Sûriyeyê û heta ketina wê tu hêzî nikarî fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de derbixin û got: "Ji ber xwişk û biratiya eşîran, hewldanên derxistina fitneyan her tim têk diçûn. Desthilatdarî niha li Şamê rûdinê û hewl dide li ser ben bilîze, lê ji ber aqilmendiya civaka me heya niha têk diçe."

(b)

ANHA