Kenan Berekat: Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re alternatîfa demokratîk e

Hevserokê Meclisa Demokrtîk a Gelan diyar kir ku aloziya Sûriyeyê encama danheva siyasî û rêveberiya navendî ye ku pergalên serdest bi dehan salan ferz kirine û got Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re alternatîfa demokratîk e.

Kenan Berekat: Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re alternatîfa demokratîk e
23 kanûn, 2025   03:40
REQA
MIZGÎN ELÎ

Hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berekat ji ajansa me re sedema aloziya Sûriyeyê û girîngiya pergala nenavendî nirxandin.

Kenan Berekat anî ziman ku modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê ne projeyeke parçebûnê ye, lê ji bo avakirina dewleta Sûriyeyê ya nenavendî ya pirreng nêrîneke ku bi rêya saziyên xwecih, ewlehî û xizmetguzarî hêviyên hemû pêkhateyên civakê bi cih bîne.

Berekat destnîşan kir ku qeyrana Sûriyeyê guhertineke radîkal di dewlet û destûrê de hewce dike û wiha got: "Rejîm ne girêdayî kesekî ye. Bi destûra bingehîn ve girêdayî ye. Ji vir ve pêdiviya nivîsandina destûreke nû û peymaneke civakî tê ku li gorî rastiya cihêrengiya rewşa Sûriyeyê, civak, pêkhateyên Sûriye û çanda wê ye."

Berekat bi bîr xist ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di avakirina rêveberiyeke xweser wek modeleke alternatîf li pêş bû û ev nirxandin kir: "Li vir civakê xwe bi rêxistin kiriye. Saziyên xwe yên xwecih û hêzên xwe yên ewlekariya hundirîn, saziyên parastina civakî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ava kirin. Ev rêveberî ne girêdayî aliyekî tenê ye, lê rihê civakî û parastina hemû pêkhateyan nîşan dide. Ev rêveber terzî artêşên klasîk in ên desthilatê û berjewendiyên beşeke teng tenê diparêzin."

Kenan Berekat di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser pergaleke demokratîk ava kir ku ji şaneya pêşîn a civakê anku komîn dest pê dike û wiha axivî: "Komîn ji dehên malbatên di çarçoveya erdîngariyeke diyarker de pêk tê, piştre rêxistin berfirehî tax û piştre kanûn û piştre jî herêmê dibe. Bi vê rêza fireh a horizontal, demokrasiyeke rastîn tê temsîlkirin, ku rê dide hemû koman ku kar û barên xwe bi xwe birêve bibin.”

Berekat bi domdarî got demokrasiya herêmî tê wateya ku gel xwe bi rêya rêxistina civakî û avakirina saziyên çandî, xizmetguzarî û aborî pîşeyî bi rê ve dibe û diyar kir ku ev model desthilata navendî sînordar dike û beşdariya gel pêş dixe.

Hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji damezrandinê ve di avakirina saziyên siyasî, leşkerî, aborî û dadwerî yên yekgirtî de bi ser ketiye, lê li herêmên din saziyên dadwerî û îdarî yên bibandor tune ne.

Berekat der barê îhtîmala pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li seranserê Sûriyeyê de anî ziman ku pêkanîna vê modelê li seranserî Sûriyeyê rastî zehmetiyan tên û sedema vê yekê jî ew e ku hikumeta Şamê bi siyasetên xwe yên kevin ve girêdayî ye. hikumeta Şamê bi polîtîkayên kevnar re rastî zehmetiyan tê.

Berekat diyar kir ku Rêveberiya Xweser nayê wateya parçebûn an jî cudabûn, lê li ser esasê demokratîkkirina Sûriyeyê ne li ser esasê nenavendîtiya pirreng hatiye avakirin.

Kenan Berekat bal kişand ser hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser jî û got, li gorî hevpeymanê; Rêveberiya Xweser beşek ji komara Sûriye ya demokratîk û zimanên sereke li herêmên wê erebî, kurdî û suryanî ye. Berekat di axaftina xwe de anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re alternatîfa demokratîk e.

Hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya axaftina xwe de got: “Modela Rêveberiya Xweser ne modelek ku negengaz e were pêkanîn. Lê eger xwestekeke rasteqîn ji bo guhertinê hebe, hingî mimkun e dewleteke demokratîk were avakirin ku daxwazên tevahiya Sûriyayan bi cih bîne. Biryarên girêdayî şêniyan divê ji aliyê saziyên xwecih ve were dayîn, ne ku ji aliyê navendeke dûr ku taybetmendiyên herêmê nas nake, werin dayîn."

(b)

ANHA