Pisporan hişyarî da: Zarok û nexweşan ji germahiyê biparêzin

Pisporên tenduristiyê bal kişandin ser bandora germa zêde ya li ser zarokan û ev hişyarî kir: “Zarokan dernexînin derve, pir av bidinê, cilên guncav li wan bikin”.  Pisporan ji bo nexweşên dil, şekirê jî hişyariya germê da. 

Pisporan hişyarî da: Zarok û nexweşan ji germahiyê biparêzin
Pisporan hişyarî da: Zarok û nexweşan ji germahiyê biparêzin
Pisporan hişyarî da: Zarok û nexweşan ji germahiyê biparêzin
Pisporan hişyarî da: Zarok û nexweşan ji germahiyê biparêzin
Pisporan hişyarî da: Zarok û nexweşan ji germahiyê biparêzin
Pisporan hişyarî da: Zarok û nexweşan ji germahiyê biparêzin
31 tîrmeh, 2025   04:50
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Germahiya zêde wekî gelek deverên cîhanê û herêmê, li bajarê Qamişlo jî bandorek mezin li jiyana rojane dikin, metirsiya tenduristiya mirovan zêde dike. Ji ber germa zêde, di piraniya rojê de dikan hemû girtî ne û kolan valan e. 

Li bajarê ku pileya germahiya heta 48 dereceyan derdikeve, pisporên tenduristiyê hişyariyê dikin ku welatî xwe biparêzirin, bi taybetî li zarok û nexweşan baldar bin.

Pisporê Nexweşiyên Zarokan Asî El-Kiyaxî, derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî.

Ligorî Asî El-Kiyaxî, germahiya zêde bandorek mezin li ser kesên ku nexweşiya dil û şekirê bi wan re heye dike, lê bi taybetî zarok pir zêde tesîr dibin.

Asî El-Kiyaxî da zanîn ku di mirovên ku pirsgirêka wan a tenduristiyê tûneye de, pileya germahiya laş di navbera 36.5 û 37’an de ye, lê di germahiya zêde de ev pîle heta 40 dereceyê diçe û ev jî dibe metirsî.

Asî  anî ziman ku bi bandora germahiyê re di nava zarokan de nexweşiyên weke îltîhaba mede, jehrîbûn, verişîn, zikçûn, bêhçikandin, pirzik, zuwabûna hinavan, serêşan, ji hal çûn, kêm xewî, kêm xwarin û hwd. çêdibin.   

Li gorî agahiyên Pispor Asî dane, li Qamişlo rojane derdora 50 kesên di temenên cuda de û zarok tên nexweşxaneyan.

Asî El-Kiyaxî diyar kir ku ew tişta ji destê wan tê dikin, lê pêwîste welatî û malbat jî pir baldar bin û ev hişyar kirin: “Divê nexweşên dil û şekir di saetên gerim de dernekevin derve, pir av vexwin û cilên rengê vekirî û pembo li xwe bikin, xwarinên giran nexwin. Divê şînkahî û fêkî bixwin. Divê malbat zarokan ji germahiyê bi parêzi, pir av bidin wan, cilên guncav lê bikin, di saetên gerim de dernexînin derve, xwarinên bi zeyt û giran nedin wan û li cihên hinkahî bihêlin.

(a)

ANHA