Desthilat diguherin lê vederkirina jinan bi dawî nabe

Meclisa Şêwirmendên Jinan a Sûriyeyê ku ji aliyê NY’yê ve hatiye avakirin, di dema rejîma Esed de nedikarî xebatan bimeşîne. Niha di dema hikumeta veguhêz de jî bi hinceta “biryara NY’yê ya 2254’an ne di demê me de bû, me eleqedar nake” jin ji nava xebatên civakî û siyasî tên vederkirin.

Desthilat diguherin lê vederkirina jinan bi dawî nabe
31 tîrmeh, 2025   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎTAN ÎRLAN

Di sala 2016’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyeyê Meclisa Şêwirmendên Jinan a Sûriyeyê ava kir. Karê vê meclisê ew e ku nêrîn û fikrên jinan ên der barê mafên jin, çareseriya pirsgirêkên li herêmê de bi NY’yê re parve bike.

Ev meclis li ser esasê biryara NY’yê ya 1325’an (mafên jinan, jin di aliyê siyasî û beşdarbûna wan di biryardayînê, kar û barên giştî û biryarên girêdayî şer û aştiyê de diparêze) û biryara 22/54’an (ji bo çareseriya doza Sûriyeyê ye) da ku rol û mafên jinan bên parastin, xebatan dide meşandin.

Di sala 2016’an de endamên vê meclisê 20 kes bûn. Di sala 2024’an de biryar hat dayîn ku meclis xwe nû bike û tevahî endamên xwe biguherîne.

Di sala 2024’an de 300 jinên ji Sûriyeyê yên ji pêkhate û baweriyên cuda, ji bo endambûnê serî lê da. Di encamê de 15 jin hatin hilbijartin. Li gorî agahiyên endama Meclisa Şêwirmend a Jinan a Sûriyeyê Rûken Ehmed bi me re parve kirin, kesên hatin hilbijartin divê jinên di nava civaka Sûriyeyê de xwedî biryar bin û di sazî û rêxistinên jinan de kar kiribin. Lê di meclisê de nûnertiya saziyên jinan tune ye, bi ferdî tên hilbijartin. Ji bo pêşniyarên diyalogê bi fikrên cuda bê çêkirin, endamên meclisê ji hemû herêmên Sûriyeyê ne, xwedî fikrên cuda yên siyasî ne. 3 jinên Kurd (yek Êzîdî), 2 Elewî, 2 Ermen, 2 jinên Durzî û yên din ji pêkhateya Ereb in.

Rûken Ehmed diyar kir ku ji 2016’an heta 2024’an, beriya rejîma Esed hilweşe, ji ber zext û xetereya li ser endamên meclisê, xebat bi awayekî veşartî dihatin meşandin û ev agahî dan: "Gelek endam li derveyî welat bûn. Piraniya civînan li Cinêvê û welatên Ewropayê çêdibûn. Agahî, binpêkirin ji saziyên lêkolîner ên Sûriyeyê digirtin, bi awayekî girtî rapor û name ji NY’yê re dişandin. Her çend carinan opozîsyon û rejîmê hinek diyalog çêdikirin jî, jin beşdar nedibûn. Ji ber ku her du aliyan jî rol û mafên jinan li ber çavan nedigirtin. Vê jî hişt ku çend salan xebat rawestin.”

Piştî rejîma Esed hilweşiya, hinek derfet çêbûn ku endam vegerin herêmê. Cara yekemîn di Gulana 2025’an de civînek li Şamê çêbû. Civîn bi seroka Desteya Kar û Barên Civakî ya hikumeta veguhêz Hind Qebawat re çêbû. Di civînê de hat diyarkirin ku divê jin di asta şêwirmendiyê de nemînin. Di avakirina welat de cihê biryarê bin. Jin bibin avakarên aştiyê û yên hikumetê. Di civînê de ji bo binpêkirinên li dijî jinan û pêkhateyan, bikaranîna zimanê nefretê rexne li hikumeta veguhêz hatin kirin. Banga tifaqa jinan jî hate kirin.

Lê hikumeta veguhêz diyar kir ku ew zagonên 2254’an napejirîne û ew yên dema rejîma Esed in.

Piştî komkujiyên li peravê û Siwêydayê meclisê name ji NY’yê re şandin. Name li ser prosesa siyasî, koçberiya bi darê zorê, revandina jinan û komkujiyan bû. Komîteyê bang li NY’yê kir ku komîteyeke navneteweyî ji bo lêkolîna binpêkirinan bê avakirin.

ANHA