Rewşenbîrên Til Temirê: Em ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan îlhamê digirin

Wêjevan û rewşenbîrên bajarê Til Temirê da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan semboleke têkoşînê ye û diyar kir ku hevdîtina bi wî re ne tenê mafekî siyasî ye, lê pêwîstiyeke ramyarî û mirovî ye.

Rewşenbîrên Til Temirê: Em ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan îlhamê digirin
31 tîrmeh, 2025   02:35
HESEKE
EBDULXENÎ EL HAMAN

Rewşenbîr û nivîskarên li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ji ajansa me re der barê ramanên Rêber Abdullah Ocalan de axivîn û destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan çavkaniya îlhamê ne. 

Nivîskara Buşra El Îssa got: "Dema ku em lêkolînên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan dixwînin, em hest dikin ku ew xwediyê projeyeke berferh a azadiya jinan û civakê ye.  Em, wekî nivîskar û rewşenbîr, ne tenê dixwazin wî bibînin, lê di heman demê de dixwazin projeya wî bi nivîsên xwe bînin ziman."

Buşra wiha pê de çû: “Rêber Abdullah Ocalan di hundurê me de, heta li gundê herî dûr ê Rojava jî, tevgerek ramyarî afirand. Ramanên wî gihîştin me û hişt ku em bifikirin û binivîsin."

Akademîsyen Fadil Şûrtazî der barê mijarê de got: "Rêber Abdullah Ocalan em fêr kirin ku çawa em dîrokê li derveyî vegotinên desthilatdariyê bixwînin û çawa wêjeyeke rastîn binivîsin. Wî di nav şertên tecrîdê de nivîsî, lê dîsa jî ew ji rewşenbîrên qesran azadtir bû. Hevdîtina bi rêber re mafekî mirovî û çandî ye ji bo gelên herêmê."

Şûrtazî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê sembola têkoşînê ye, lê di heman demê de projeyek ramyarî ya şaristanî ye, û banga hevdîtina bi wî re kir ne, tenê wekî mafek siyasî, lê wekî pêdiviyek ramyarî û mirovî.

Rewşenbîr Madlîn El Ebid got: "Di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de, rewşenbîr ne temaşevan e, lê yekî çalak û berxwedêr e. Ji ber vê sedemê, hûn dibînin ku berhemên hunerî li herêmên me wijdanê gel îfade bikin, ne îradeya desthilatdaran."

Madlîn wiha berdewam kir: "Em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin ji ber ku em bawer dikin ku azadiya wî mifteya çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn e.

(k)

ANHA