Nîhat Kaya: Cîhan û Nazim bûn şopdarên Apê Mûsa û Gurbetellî Ersoz

Rojnamevan Nîhat Kaya destnîşan ku Cîhan û Nazim bûn şopdarên Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz û Seyîd Evran. Em jî soza şopandina rêya Cîhan û Naziman didin.

Nîhat Kaya: Cîhan û Nazim bûn şopdarên Apê Mûsa û Gurbetellî Ersoz
17 kanûn, 2025   05:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ/ HÊLÎN ASMÎN

Rojnamevan Nîhat Kaya bi minasebeta salvegera yekemîn a şehadeta nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku 19'yê Kanûna 2024'an, dema êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di bombebarana balafirek biçek û bêmirav a dewleta Tirk de hatin qetilkirin, ji ANHA’yê re axivî.

Nîhat Kaya bi bîr xist ku di ser şehadeta her du hevalên wan re salek derbas dibe û di ser guhertina rejîma li Sûriyeyê re jî salek derbas bû. Piştî 2011`an di Sûriyeyê de guhertineke di hemû aliyan de derket û şereke navxweyî dest pê kir, gelê azadîxwaz xwest azadiya xwe bi dest bixin, demeke dirêj têkoşîneke bêhempa û dijwar li herêmê berdewam kir, gelek mirov koçber bûn, hinekan jî ji neçarî berê xwe dane koçberiyê. Li vê deverê hinek mirov bi fedakarî, dilsoziya xwe ya bi rojnamegeriyê re derbasî Rojava bûn, ji bo ku êş û azarên gel bigihînin cîhanê, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî ji wan bûn.

Di berdewama axaftina xwe de Nîhat Kaya got: “Hêvî û rehetiya xwe, jiyana ku tê de diman berdan û hatin Rojava, jiyaneke zehmet bû, ji bo wan di nava şer de jiyanek dane çêkirin zehmet e, tevî zehmetiyan jî bi dilxweşî karê xwe dane meşandin.”

Nîhat Kaya behsa şehîd Nazim Daştan kir û diyar kir ku wî ew li Kobanê nas kir, navê wî berê bihîstibû lê cara yekê ew didît û mirovekî rûken bû. Ew bi hev re li Dêrazorê demeke dirêj mane, dîsa zehmetî hebûn lê li rûyê Nazim Daştan kêfxweşî û rûkenî tu caran kêm nebû û got: “Wî bi rûkeniya xwe jiyan li ser milê mirov sivik dikir, mirov bi rûkeniya wî zehmetî ji bîr dikir. Ne tenê di aliyê manewî de, di aliyê madî de jî ji bo her kesî piştgiriyeke mezin bû. Di wêne û dîmenên wî de jî diyar dibe ku alîkariya her kesî dikir û wateyeke mezin dida jiyanê. Bi sekna xwe û têkiliyên xwe mirov fêr dikirin, tu carî rêya jiyaneke vala hilnedibijart. Li Bakur, Başûr û herî dawî li Rojavayê Kurdistanê rojnamegerî kir.”

XEYALEKE NAZIM DAŞTAN

Nîhat Kaya xeyaleke Nazim Daştan bi vî awayî vegot: “Xeyala wî ya herî mezin ew bû; digot dema ez biçûk bûm, keçikek li gundê min hebû, wekî xwişkeke min bû. Wê ez mezin kirime. Piştî demekê min tam jiyan ferq nedikir, lê ew keçik birin zewicandin. Vê yekê li ser wî gelek bandor kiribû, digot ez qet ji bîr nakim, li ber çavê min e, dema ew keçik birin, ji derî derket berf hebû, min lê meyze dikir, min dixwest li min bizîvire û li min binêre, nezîvirî û li min meyze nekir. Wisa çû û careke din nehat. Xeyala wî ya mezin ew bû ku rojekê derfetek derkeve û ew biçe wê bibîne, fîlmeke wê çêke û pirtûka wê binivîse. Êşeke bi vî rengî di dilê wî de mabû.”

Nîhat Kaya bal kişand ser bûyera hedefgirtina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku di encama êrişeke balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû (23 Tebax 2024) û da zanîn ku Nazim Daştan yek ji şahidên wê bûyerê bû û wiha got: “Nazim di erebeya li pêşiya Gulistan û Hêro de bû, Nazim nikarîbû şehadeteke bi vî awayî qebûl bike, gelek şehadet dîtibûn, lê şehadeta Gulistan û Tarayê li ser Nazim gelek bandor çêkiribû.”

Nîhat Kaya diyar kir ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan windahiyên gelekî mezin bûn ji bo rojnamegeriya azad.

‘HEZKIRINA CÎHAN BÎLGÎN JI RAGIHANDINA HESTÊN GEL RE LI PÊŞ BÛ’

Nîhat Kaya bal kişand ser kesayeta Cîhan Bîlgîn jî û destnîşan kir ku Cîhan li gorî navê xwe bû, pê re barê mirov dihate sivikkirin û jiyan xweş dihat ber çavê mirov. Hezkirina Cîhanê ji ragihandina hestên gel re li pêş bû, çûyîna wê ya ji bo Minbicê ji ber vê armancê bû. Cîhan Xwe neçar dît ku biçe û bûyeran ragihîne.

Nîhat Kaya da zanîn ku şehadeta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji bo gel, kesên ku wan nas dikin jî li pey xwe valatiyek hişt. Nebûyîna wan giraniya jiyanê li ser wan zêde kir û got: “Şehadeta Cîhan û Nazim ji bo me  endamên çapemeniya azad bûn girêdana bi bîranînên û şopdarê riya wan e. Ew bûn layiqî şopa Apê Mûsa, Gubetellî Ersoz û Seyîd Evran. Em jî soza şopandina rêya her du hevalên xwe didin.”

(h)

ANHA