‘Bila zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de misoger bibe’

Xwendekarên Til Temirê xwest zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bibe zimanê fermî û misoger bibe.

‘Bila zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de misoger bibe’
‘Bila zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de misoger bibe’
‘Bila zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de misoger bibe’
‘Bila zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de misoger bibe’
‘Bila zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de misoger bibe’
‘Bila zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de misoger bibe’
14 gulan, 2026   05:05
HESEKÊ
ABDULXENÎ EL HAMAN

Xwendekarên bajarê Til Temirê li ser girîngiya zimanê kurdî û misogerkirina ziman di destûra Sûriyeyê de axivîn û got mafê wan heye ku zimanê wan bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê. 

Yûsiv El Ehmed got: "Zimanê kurdî dîrok û hebûna gelê Kurd e. Eger em zimanê xwe winda bikin tê wateya me nasnameya xwe winda kir. Parastina zimanê kurdî û bi taybet li saziyên perwerde û fêrkirine berpirsyariyeke dîrokî ye ku ji me tê xwestin. Partiya Baas bi polîtîkayên xwe xwest zimanê kurdî lawaz bike û qedexe kir ku were bikaranîn. Sîstema Baasê qedexe kir ku gelê Kurd zimanê xwe bixwîne û ev yek bû sedem ku gelek nifş zimanê xwe yê kurdî nexwînin."

Hêvîn Şakir jî got: "Eger materyalên xwendinê bi zimanê kurdî bin em zêdetir fêm dikin û baweriya me bi me xurt dibe. Her wiha em çand û zimanê xwe diparêzin.”

Mihemed Mesûd El Yûnis got: “Em qebûl nakin ku zimanê me were paşguhkirin an jî girîngiyê nedin zimanê me û zimanên biyanî li ser me ferz bikin. Em dixwazin zimanê kurdî li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî û ev yek mafê me yê rewa ye."

(np)

ANHA