Amerîka hin dîplomatên dosya Sûriyê ji erk xist

Amerîka ragihand ku wan hin dîplomatên xwe yên giring di dosya Sûriyeyê de ji kar girt. Dîplomatên behsa mijarê di “Maseya Sûriyaya Herêmî” ya girêdayî şandeya Amerîka de dixebitin. Navenda maseyê li Istenbolê ye.

Amerîka hin dîplomatên dosya Sûriyê ji erk xist
18 îlon, 2025   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Pênc çavkaniyên xwedî agahî ji “Rutersê” re gotin ku Amerîka di nava çend rojên derbasbûyî de hejmarek dîplomatên xwe yên dosyaya Sûriyê ji erk avêt.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku dîplomatên dest ji wan hate berdan di “Maseya Sûriyaya Herêmî” ya girêdayî şandeya Amerîka de kar dikirin. Navenda Maseya behsa mijarê bajarê Istenbol e. Wan rapor yekser ji nûnerên Amerîka yê Taybet bi Sûriya  Tomaas Barak re, radikin.

Li aliyê din çavkaniyekî dîplomasî yê Amerîkî diyar kir ku biryara dawîkirina erka hin karmendan di çarçoveya ji nû ve rêxistinkirina tîma kar pêk hatiye. Her wiha da zanîn ku siyasetên Amarîka li Sûriyeyê bi vê gave bandor ne bûye. Hin dîplomatên rojavayî ev tevger wekî gaveke ne “dildarî û nişkave” pêk hattiye, lê belê ew bi nerîna di hindirê tîmê derbaêr sberoja QSD’ê û têkiliya wê bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de pêk hatiye.

Ji dema sefaretxaneya Amerîka li Şamê di sala 2012’an de hate girtin, “Maseya Sûriya ya Herêmî” ya li Istenbolê bûye wekî şaneya piratîkî ya Amerîka li Sûriyê, buroyên wê li gelek cihan di herêmê de belav in. Çi guhertina tîma wan de tê wateya guhertina xalên wê yên pêş di dosya ya Sûriyê de.

(dc)