Pirtûka "Azadî dê ser bikeve" li şêniyên Minbicê hatin belavkirin

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Minbicê bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran pirtûka "Azadî dê ser bikeve" ya der barê jiyana Rêber Abdullah Ocalan de li ser şêniyên kantonê belav kir.

23 tîrmeh, 2024   17:59
MINBIC

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de Desteya Çand û Hunerê ya kantona Minbicê ji bo danasîna pirtûka "Azadî dê ser bikeve" ya nivîskar Sean Michael Wilson çalakiyek li dar xist.

Çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya ya li bajêr hate lidarxistin. Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê, desteyên wê, nûnerên partiyan, rêxistinên civaka demokratîk, rûspî û gelek rewşenbîr tev lê bûn.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Minbicê Ehmed El Yusif nivîskarê pirtûkê bi beşdarên civînê da nasandin.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya kantonê Rûla Osman jî diyar kir ku nivîskar di pirtûka xwe ya bi navnîşan "Azadî dê ser bikeve" de, jiyana Rêber Abdullah Ocalan wek roman nivisiye û bi rêbazekî balkêş vîn û berxwedana wî ya ji bo azadiyê vegotiye.

Endamê Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Mihemed Husam El Şewax jî got belavkirina pirtûkê beşeke pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û temamkirina hewldanên xelkê Minbicê ye ku 711 hezar û 180 îmze di pêngava komkirina îmzeyan de kom kirine.

Dûre cîgirê Meclisa Rêveber Cuma Heyder, hevserokên Desteya Çandê Rûla Osman û Mihemed Qîrtawî, endamê însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Husam El Şewax û hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Ehmed El Yusif pirtûk li beşdaran belav kir.

(şx)

ANHA