Gerilayan balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker xist

Hate hînbûn ku li gundê Kanî yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker ket xwarê.

Gerilayan balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker xist
23 tîrmeh, 2024   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji ajansa Rojnewsê re ragihandin ku balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Kanî yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê ketiye xwarê. Çavkaniyên han eşkere kirin ku di encama ketina balafira keşfê de agir bi zeviyê ketiye û di encama şewatê de gelek dar şewitîne.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan hatin girtin, hate ragihandin ku gel bi derfetên xwe çalakî ji bo kontrolkirina agirê piştî xistina balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker derketiye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gelê ku seferber bûye, têkoşîna li dijî şewatê didomîne.

Li gorî zanyariyên destpêkê, heta niha ti ziyanên canî nehatine tomarkirin, lê ziyanên madî yên ji ber şewatê gelek in û rûberên berfireh ên zeviyên çandiniyê li xwe digire.