Pirtûk biha ne û aliyên têkildarî hewl didin piştgiriya xwêneran bikin

Serdanvanên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol gotin bihabûna pirtûkan ji pêşiya kirînê dibe asteng. Xwediyên weşanxaneyan jî diyar kirin ku kirîna pirtûkan ne li gorî asta tê xwestin e. Organîzatorên pêşangehê, bi belavkirina kertên peredayî piştgiriya çapxaneyan û xwendevanan dikin.

Pirtûk biha ne û aliyên têkildarî hewl didin piştgiriya xwêneran bikin
Pirtûk biha ne û aliyên têkildarî hewl didin piştgiriya xwêneran bikin
Pirtûk biha ne û aliyên têkildarî hewl didin piştgiriya xwêneran bikin
Pirtûk biha ne û aliyên têkildarî hewl didin piştgiriya xwêneran bikin
Pirtûk biha ne û aliyên têkildarî hewl didin piştgiriya xwêneran bikin
Pirtûk biha ne û aliyên têkildarî hewl didin piştgiriya xwêneran bikin
31 cotmeh, 2023   04:48
QAMIŞLO
XALID ETÊ

7`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi beşdariyeke berfireh a weşanxaneyan, pirtûkxaneyan, saziyên hunerî û wêjeyî yên xwecih û cîhanê li Qamişloyê dewam dike.

Di pêşangehê de 140 hezar pirtûk bi naverokên cihereng hatine pêşandan. Buhayên pirtûkan li gor naverokê, cihê çapkirinê û mezinahiya pirtûkê cuda ne. Berhemên xwecih, ji yên din erzantir in. Li gor serdanvanên pêşangehê, ji ber buhabûnê kirîna pirtûkan kêm e.

Mamoste Fîxan Mihemed diyar kir ku pirtûk gelek biha ne û ne li gorî beşa xizanan a xwêner e û got: "Buhabûn li pêşiya kirîna pirtûkan dibe asteng. Heta niha min pirtûkeke tenê kiriye. Hêvî dikim ku di pêşangeha bê de pirtûk erzan bin."

Endama Rêveberiya Weşanxaneya Şilêr Zara Mihemed di beşa taybet a weşanxaneyê de rûniştiye û li benda serdanvanan e da ku wan bi beşê û naverokan berhemên xwe binasîne.  Zara Mihemed got: "Kirîna pirtûkan kêm e. Ruxmî ku em pirtûka bi rêjeya ji sedî 30 kêmtirî nirxê wê difroşin, lê dîsa jî li gor wan biha ye. Par jî rewş wisa bû."

Weşanxaneya Şilêr bi 335 serenavên erebî û kurdî tev li pêşangehê bûye. Zara Mihemed der barê sedemên bihabûna pirtûkan de diyar kir ku çapkirina pirtûkan gelek biha ye.

Li gorî endamê Rêveberiya Pirtûkxaneya Amara Selîm Yusif, pêşangeha îsal li şûna ku 8 rojan bin, 4 roj tenê ne, ev jî bandor li serdanê dike û yên dixwazin serdanê bikin lez dikin beriya ku dema wê diqede.

Pirtûxaneya Amara bi 7 weşanxane û 3 hezar pirtûkên cihereng tev li pêşangehê bûye.  

Endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Alan Ebdullah jî got:"Beriya ku pêşangeh dest pê bike, kar û koordîne bi sazî û weşanxameyên beşdar re hate kirin û da ku buha were kêmkirin û di encamê de buhayê heyî hatiye diyarkirin."

Her wiha Ebdullah diyar kir ku koordîne bi saziyên xwecih ên dixwazin pirtûkan ji saziyên xwe re werbigirin re, hat kirin da ku pirtûkan bi erzanî bibin û destnîşan kir ku buha ji sedî 30 hatiye kêmkirin.

Alan Ebdullah got,  Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ji bo xwendekarên zanîngehê 400 kertên peredayî veqetandin û wiha domand: "Ji ber ku pêwîstiya wan bi xwendinê heye û nikarin pirtûkan bikirin. Li gor wan kertan, xwendekar dikarin pirtûkekê yan 2 pirtûkan bikirin."

Ebdullah ev li gotinên xwe zêde kir: "Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pirtûkan ji weşanxaneyan û pirtûkxaneya dikire û bê pere li xwêneran belav dike."

Ebdullah îşaret pê kir ku ji bo piştgiriyê plansazî hene û ji wan lidarxistina pêşbirkên çandî ye ku pirtûk diyarî kesên serkeftî tên kirin.

Rojane bi sedan xwenêr serdana pêşangehê dike. Li gor aliyên orgenîzer çaverê ye ku îro êvarê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA