Li Heleb û Tebqayê pirsgirêkên avê tên çareserkirin

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd pirsgirêka avê ya li beşê rojhilat ê taxê û taxa Marûf çareser kir. Yekîneya Avê ya Mensûra ya Tebqayê projeya danîna toreke avê ku dê 10 hezar welatî sûdê jê bigirin daye destpêkirin.

31 cotmeh, 2023   05:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên xaniyên wan di navbera taxa Marûf û rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê de ne,  ji ber tunebûna ava vexwarinê gelek zehmetî dikişandin. Şêniyan av ji sahrîc û bîran dabîn dikirin.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê di Tebaxa borî de projeya kişandina avê ji xeta Seken Şebabî, herêma Şiqeyêf heta taxa Marûf û rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê da destpêkirin.

Beriya ku ev xet bê danîn, Şaredariya Gel rojane av bi 25 sahrîcan li şêniyan belav dikir û her bermîlek bi 500 lîreyên sûriyeyî tenê dida.

Dihat payîn ku ev proje di 15 rojan de bi dawî biba, lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bidawîkirina projeyê dereng xist.

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Berfîn Mihemed anî ziman ku ev proje wek bersivdayîna bang û giliyên şêniyan bû û da ku barên wan siviktir bibin.

Welatiya bi navê Perwîn Xelîl a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dimîne û av nû gihîştiye mala wê got: "Em bi vê projeyê kêfxweş bûn. Em spasiya Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel dikin ku zehmetiyên bi dawî kir."

Perwîn wiha lê zêde kir: "Beriya aloziyê jî me ji ber vê pirsgirêkê gelek zehmetî dikişand. Me av ji bîrên cîranan dianî û ev jî gelekî dijwar bû. Lê piştî zehmetiyên bi salan av gihîştiye mala me."

DÊ 10 HEZAR WELATÎ SÛDÊ JÊ BIGIRIN

Ji ber kêmbûna avê li gundên Aliye û Gidêrê û zeviyên derdora wan, Yekîneya Avê ya Mensûra ya Tebqayê projeya nûkirina torên avê da destpêkirin.

Rêveberê projeyê Hisên El Hisên da zanîn ku dirêjiya torê 6 hezar û 500 metre ye û dê zêdetirî 10 hezar welatî sûdê jê bigirin.

Tê payîn ku proje 30 rojan bidome. Dê xetên avê bi temamî bên amadekirin piştre dê av ji bo şêniyan bê dayîn. Di heman demê de projeyên avakirin û çaksazkirina avahiyeke Yekîneya Avê ya Mensûra ya di plansaziya îsal de ye, didomin.

El Hisên wiha axivî: "Me ev proje ji ber hewcedariya şêniyan a bi ava vexwarinê  daye destpêkirin. Em li ser avakirina toreke avê ji tûrbîna El Hora ber bi xezana ava vexwarinê ya gundê Aliye ve dixebitin. Di qonaxa bê de em ê tora hundirîn a li nav gund berfirehtir bikin û li tevahî taxên gund jêderên avê ava bikin."

Welatiyê bi navê Feysel El Deham ê ji gundê Aliye got: "Ji 7 salan ve em ji ber kêmbûna ava vexwarinê gelek zehmetiyan dikişînin. Ji ber dûrbûn, bilindbûna gund û hejmara pir a gundiyan, di hefteyekê de rojekê tenê av dihat.′′

El Deham destnîşan kir ku ev proje dê pirsgirêkên şêniyan çareser bike.

(mh)

ANHA