Welat ê xaka xwe

Qedexeyên rêjîmê nehişt navê wî li nasnameyê bê nivîsandin, lê ew her tim bi vî navê xwe hat naskirin û 9 sal di oxira azadiya welat de têkoşiya.

Welat ê xaka xwe
Welat ê xaka xwe
Welat ê xaka xwe
31 cotmeh, 2023   03:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Şervanê YPG`ê Ehmed Simo (Welat – Hîwa) roja 3`ê Tebaxa 2023`an li ser rêya Qamişlo -Amûdê di encama bomebarana balafira dewleta Tirk a dagirker de, li gel 3 hevalên xwe şehîd bû. Ehmed Simo 9 salên xwe di nava şoreşê de derbas kirin û li pey xwe mîratiyek dewlemend hişt.

Malbata Ehmed Simo ji bajarê Kobanê û malbatek welatparêz e. Demek dirêj beriya niha koçî bajarê Reqayê kiribû. Ehmed Simo jî di 1991`an de li vî bajarî çavên xwe li dunyayê vekirine.

Babîrê Ehmed ji ber evîndariya bi xaka xwe re, navê Welat li neviyê xwe kiriye; lê wê demê rêjîma Baas nehiştiye ku navên Kurdî li nasnameyan bê nivîsandin, lewma navê Ehmed Simo hatiye nivîsandin. Her çi qasî di nasnameyê de navê Ehmed hatibe nivîsandin jî, ew bi navê Welat hatiye naskirin û ev nav bi kar aniye.

KOÇA BO QAMIŞLO

Dema Welat dighêje 9 saliya xwe, malbata wî koçî bajarê Qamişloyê dike (2000). Di van salan de têkoşîna azadiyê hîn zêdetir girseyî dibe, êrişên rêjîma Baas jî tund dibin, lê êriş têkoşîna gel mezintir dike. Li hemberî komkujiya 2004`an serhildana gelê Qamişlo û herêmê bandorek mezin li malbata Welat jî dike. Di van salan de Welat fikra têkoşîn û welatparêziyê ji nêz ve nas dike, di aliyê fikrî de xwe pêş dixe.

PÊVAJOYA ŞOREŞÊ Û ŞERVANIYA WELAT

Sala 2012`an li Rojava êdî pêla şoreşê dest pê kiribû û 19`ê Tîrmehê di nava civakê de hest û heyecanek nû afirandibû. Welat jî li gel bîr û baweriya xwe tev li vê heycanê dibe û sala 2014`an jî di nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cih digire. Piştî perwerdeyên bingehîn di nava tabûra Şehîd Seydo de cihê xwe digire û ji Şengalê heta Efrînê tev li gelek hemleyên dijî çeteyan dibe.

NAVÊ FERMANDARÊ XWE RAKIR

Du sal piştî tevlêbûna Welat a nava refên YPG`ê, fermandar û rêhevalê wî Wirya Mihemedî (Hîwa Sinê) di sala 2016`an li Kobanê de di êrişek çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû. Têkoşer Welat ji bo bîranîn û şopandina rêya fermandarê xwe navê xwe wekî Hîwa Qamişlo guhert, yanî navê fermandarê xwe rakir. Di têkoşîn û jiyana xwe ya heta roja şehadetê de rêya şehîdan şopand. Nirxandinên hevalên wî vê sekina wî radixe ber çavan.

`HEFTEYÊ 3 ROJAN DIÇÛ ŞEHÎDGEHÊ`

Hevalê Hîwa yê bi navê Ciwan Mihemed destnîşan kir ku têkoşer Welat ji bo wan çavkaniya hêz, cesaret û moralê ye û got: “Hefteyê 3 caran diçû serdana şehîdgehan. Di her gotinek xwe de şehîd bibîr dianîn û di civatan de bîranînê bi wan re vedigotin.

`WÊ BI KEDA TEKOŞERAN SERBIKEVE`

Ciwan Mihemed bal kişand ser hezkirina Welat a ji bo xakê û ev tişt anîn ziman: “Pir ji Welat hezdikir, di demekê ku şoreş pêk hatiye de ji derketina welat pir aciz dibû. Digot `li ser çi esasî insan dev ji axa xwe berdidin, ev axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Şoreşek ev qas serkeftî pêk hatiye. Ez li welatê xwe şehîd bibim, wê malbata min bi min serbilind be`.”

Piştî şehadetê cenazeyên her çar şervanên YPG`ê hêjayî têkoşîn û bîranîna wan hatin oxirkirin. Li bajarê Qamişlo yek ji merasîmên herî bi heybet ên heta niha hat lidarxistin. Şehîd Welat li gel 3 rêhevalên xwe li şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan ku yek ji wan şehîdgehên ku hefteyê 3 caran diçû serdanê ye, spartin axê.

(a)

ANHA