Pirsgirêka çopê li Hesekê mezin dibe 

Li kolan û taxên bajarê Hesekê çop zêde dibe, şaredarî diyar dike ku madeyên sotemeniyê, alav û karkerên paqijiyê kêm in.

Pirsgirêka çopê li Hesekê mezin dibe 
Pirsgirêka çopê li Hesekê mezin dibe 
Pirsgirêka çopê li Hesekê mezin dibe 
Pirsgirêka çopê li Hesekê mezin dibe 
Pirsgirêka çopê li Hesekê mezin dibe 
Pirsgirêka çopê li Hesekê mezin dibe 
Pirsgirêka çopê li Hesekê mezin dibe 
26 tîrmeh, 2026   07:50
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê pirsgirêka çopê mezin dibe. Li kolan, taxên bajêr, bazarê, derdora dibistan û saziyan çop kom bûye. Metirsî hene ku nexweşiyên laşmanya û kolerayê derkevin.

Rêveberiya Komîteya Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Cîhan Osman Xelîl anî ziman ku di vê dema dawiyê de çop gelekî kom dibe û wiha lê zêde kir: "Ji ber madeyên sotemeniyê kêm in û erebeyên şaredariyê xira dibin çop li ser hev kom dibe. Hejmara karkerên şaredariyê jî kêm e. Em bi hêvî ne ku gel bi me re bibe alîkar da ku em vê pirsgirêkê çareser bikin."

Cîhan Xelîl got ew rojane derdora 250 ton çopê radikin û diavêjin û wiha got: "Şaredariya Gel, komîn û meclisan bi hev re taxên bajar paqij kirin. Lê dîsa jî pêdivî pê heye ku em hejmara karkerên paqijiyê zêde bikin û erebeyên nû bidin me."

(np)

ANHA