Li Kobanê ji bo malbatên şehîdan civîn hatin lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi hevjîn û dayikên şehîdan re rêzecivîn li dar xistin.

Li Kobanê ji bo malbatên şehîdan civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê ji bo malbatên şehîdan civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê ji bo malbatên şehîdan civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê ji bo malbatên şehîdan civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê ji bo malbatên şehîdan civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê ji bo malbatên şehîdan civîn hatin lidarxistin
25 tîrmeh, 2026   16:02
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanî bi armanca guhdarîkirina daxwazên wan û nirxandina rewşa siyasî, aborî û jiyanî, bi hevjîn û dayikên şehîdan û zarokên wan re heta niha 20 civîn li dar xistine.

Di civînekê de ku îro li taxa Kaniya Kurdan a Kobanê hat lidarxistin, endama meclisê Eyşe Efendî diyar kir ku di van civînan de rasterast daxwazên malbatên şehîdan tên guhdarîkirin û rewşa siyasî, aborî û jiyanî tê nirxandin.

Eyşe Efendî her wiha diyar kir ku lidarxistina van civînan di qonaxa niha de xwedî girîngiyeke taybet e, her wiha diyar kir ku civînên cuda ji bo zarokên şehîdan jî hatin lidarxistin.

Eyşeyê da zanîn ku armanca van civînan hişyarkirina malbatên şehîdan û xurtkirina yekrêziyê di navbera malbatan de ji bo parastina destkeftiyên şehîdan e.

(k)

ANHA