‘Divê di destûra Sûriyeyê de mafên me werin dayîn’

Jinên ji bajarê Tirbespiyê got ji bo mafên xwe gelek bedel dane û divê bi qanûnî mafên wan werin dayîn.

‘Divê di destûra Sûriyeyê de mafên me werin dayîn’
26 tîrmeh, 2026   02:35
QAMIŞlO
RÊNAS REMO

Jinên ji bajarê Tirbespiyê got ji bo Sûriyeyeke demokratîk were avakirin, divê di destûrê de mafên jinan bidin.

Munteha Mihemed Meter got: "Zîhniyeta baviksalar hîna bi civakê re heye. Em wek jinên ji pêkhateya Ereb em daxwaz dikin ji hemû aliyan ve mafên jinan di destûrê de werin dayîn. Di şoreşa Rojava de mafên jinan hatin dayîn û jin di hemû qadên şoreşê de hebûn. Bila tecrubeya şoreşa Rojava bibe destpêka avakirina Sûriyeyeke nû."

Buheyra Îbrahîm jî got: "Berê li Sûriyeyê sîstema mafên jinan û hebûna wan gelekî paşguh kirin. Di şoreşa Rojava de mafên jinan hatin dayîn û cihê xwe di hemû qadên şoreşê de girtin. Divê di destûra nû ya Sûriyeyê de mafên jinan werin dayîn. Em qebûl nakin ku me paşguh bikin. Ji bo ku em bigihîjin mafên xwe me gelek bedel dan."

Her wiha Fatma El Hesen got: "Jinan di 14 salên şoreşê de gelek bedel dan. Jin dikarin guhertinê bikin û civakê ava bikin. Hinek alî hene, dixwazin jinan paşguh bikin û wan ji siyasetê dûr bixin. Em vê zîhniyetê red dikin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bi fikra demokratîk û azad ve girêdayî ne û em ê çanda rêzgirtina jinan di nava civakê de belav bikin.”

(np)

ANHA