Pîlotekî Ukraynayî hat kuştin

Hate ragihandin pîlotekî Ukraynayî di encama bersivdayîna êrişa Rûsyayê de hatiye kuştin.

Pîlotekî Ukraynayî hat kuştin
29 hezîran, 2025   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Ukraynayê ragihand ku şevê din pîlotekî wê dema bersivdayîna êrişên Rûsyayê yên bi fûze û dronan hat kuştin, her wiha balafira wê ya F-16 winda bûye.

Artêşê bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê weşandiye ev agahî dan "Pîlot hemû çekên di balafirê de bi kar anî û li 7 hedefên hewayî xistin. Dema li hedefa dawîn dixist zerar li balafirê bû û ket xwarê."

Artêşê diyar kir ku wê di pêvajoya şer de 3 balafirên F-16 ji dest dane.

(bb)