Êrişî erebeyekê hat kirin: Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û got balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo û Hesekê erebeya wan hedef girt, di encamê de endamekî wan şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.

Êrişî erebeyekê hat kirin: Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
24 ÇILE 2024   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hedefgirtina erebeya wan li ser rêya Qamişlo-Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Îro (24ˊê Çile) piştî nîvro, artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov li ser rêya navneteweyî ya ku bajarê Qamişlo û Hesekê bi hev ve girê dide, erebeyeke (VAN ) a hêzên me kir armanc, di encamê de endamekî me şehîd bû û 3 endamên din jî birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Armanca sereke ya dagirkeriya Tirk ji hedefgirtina hêzên me ew e ku ewlehî û aramiya gelê me xerab bike .Hêzên me ya şopandina hemû sûcdar û her kesê ku dixwaze fitnê û tirsê di nava civakê de belav bike, rê li ber digire.

Ev hedefgirtin wê nikaribe me ji pêkanîna karê me bi dûr bixe. Em ê ji her demê zêdetir kar bikin ji bo ewlehî û aramiyê li herêmên me."