Malbatên Bedewî ji Siwêdayê hatin derxistin û ber bi Derayê ve hatin şandin

Malbatên eşîrên Bedewî yên ku di dema êrişên leşkerî yên dawîn de derbasî hundirê bajarê Siwêdayê bûne, ber bi gundewarên Derayê ve hatin derxistin. Li bajêr rewşa mirovî xerab e û bangên rawestandina êrişan hatin kirin.

Malbatên Bedewî ji Siwêdayê hatin derxistin û ber bi Derayê ve hatin şandin
21 tîrmeh, 2025   11:24
SIWÊDA

Nûçegihana me ya li Siwêdayê diyar kir ku malbatên Bedewî yên ji ber êrişên dawîn ên 13ˊê Tîrmehê ber bi Siwêdayê ve koçber bûne, bi rêya erebeyên bi Heyva Sor a Sûriyeyê re ku duh û berbanga îro derbasî Siwêdayê bûne, derketin. 

Di karwanê malbatên Bedewî de berê xwe daye gundewarên Derayê, bi taybet Besra El Herîr, zêdetirî hezar û 500 kes hene û wê piştre li gundên xwe yên ku hîna aloziya ewlehî hene, vegerin.

Şeva berê, hemwextî êrişa bejahî ku komên çekdar ên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz ji gelek aliyan ve li dijî gund û bajarokên herêmê pêk anîne, balafirên Îsraîlê gelek nuqteyên li gundewarê rojavayê Siwêdayê bombebaran kirin.

Balafirên Îsraîlê rêya di navbera bajarokên Mezrea-Erîqa, Dor-Mezrea, derdora gundê Um Zeytûn, herêma Lîwa ya nêzî Siwêmera de, bombebaran kirin. Hemwextê wê gundê Dama jî hat bombebarankirin, ku tê texmînkirin balafireke bêmirov a Îsraîlê êriş pêk aniye.

Ligel agahiyên vekişîna hêzên hikumeta veguhêz ji hin nuqteyan, piştî bidawîbûna dema li ser lihevkirin çêbûye, helîkopterên Îsraîlê li asîmanê Siwêdayê geriyan û alîkariyên mirovî avêtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hejmarek mezin a çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz li gundên El Bistan, Dama û Necran kom bûye.

Di navbera hêzên leşkerî yên Durzî û komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz de li Erîqa û Um Zeytûn de pevçûnên dijwar çêbûn. Li kêlek wê jî komên çekdar malbatên welatiyan şewitandin û rêya Dama-Erîqa û Necran-Erîqa hat qutkirin.

Hemwextî van bûyeran, proseya pevguhertina girtiyan ku diviyabû li bajarokê Um Zeytûna pêk bihata xerab bû. Ji ber ku komên girêdayî hikumeta veguhêz bi hawinan avêtin bajrokê, wê jî lihevkirina ji bo pevguhertina girtiyan rawestandin û rewşa ewlehî tevlihev kir.

Li ser erdê, hêzên Siwêdayê bajarokê Erîqa kontrol kir û bêdengiyek baldar heye.

Li gorî SOHRˊê bîlançoya dawîn a qurbaniyan wiha ye:

531 ji şêniyên Siwêdayê; di nav de 104 sivîl (6 zarok û 16 jin).

373 endamên ji wezaretên parastinê û ewlekariya giştî yên hikumeta veguhêz, di nav de 18 ji eşîran û çekdarên lubnanî.

15 endamên parastinê û hundirîn di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin.

Jinek û 2 kesên din di êrişa Îsraîlê ya li dijî avahiya Wezareta Parastinê de hatin kuştin.

Di şopandina pevçûnan de herî kêm rojnamevanek hat kuştin.

194 kes li qadan yekser hatin gulebarankirin; di nav de 28 jin û 8 zarok.

Jinek, zarok û kesekî din ji eşîran hatin kuştin.

Ji hundirê Siwêdayê ve bangên rawestandina şer, digel metirsiyên hilweşîna rewşên mirovan û ewlehî, didomin. Li kêlek wê jî bang tên kirin ku divê aliyên navneteweyî bi awayekî lezgîn parastina sivîlan bikin û tundiyê rawestînin.

(fr)